Daxuyanî
Ji roja sêşema bihorî ve di 16.08.2016 de , şerên pir giran li bajarê Hesekê pêket û di riyek pir metirsîdar diçe, dema ku hêzên rêcîmê çekên asmanî kar tîne û navçeyên sivîlan bombebar dike, di encamê de têkçûnên mirovahî derket û ziyanên pir giran li milk û malê xelkê bû .
Di dema ku Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriya banga rawestandina şer dike , di heman demê de karanîna çekên Asîmanî li dijî Hêzên parastina gel şermezar dike û daxwaz dike ku bombebarankirin û şer yek ser raweste.
Çi tiştên ku dibin li seranserî welat ji kuştinê û xerakirinê daxwaz ji me dike ku em karên xwe du bar bikin da ku vî şer ê talankar bi dawî bikin , ne ku em vî şer ê qerêj bibin navçeyên din yên ku mabûn ji dûrî şer.carek din em bang dikin ku ev şer raweste daku can û milkên xelkê xwe bi parêzin .
Bîruya Siyasî ya Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriya
21.08.16