Şandek ji partiya me bi serokatiya heval Selman Hiso endamê pîlotbîruya partiy me PDPKS beşdarî civata yekemîn ya Partiya Sosiyalist Kurdistan li bajarê Koln li Almaniya di 09.10.2016 , ev civet tê piştî yasakirina PSK bi rengek fermi li Turkiya , her wesa piştî salên dûr û dirêj ji karê û xebata nehînî ya Siyasî li welat .
Di civatê de heval Selman gotinek pişkêşî amadeyan kir û di gotina xwe de bal bire li ser rola PSK di pêşxistina hest û hêşmendiya netewî li rex gelê Kurd li bakurê Kurdistanê û her weha tekez li ser rola kadir wê di rêkxistina gelê kurd di çarçewên karên rêxistinkirî û çalak .
Hiso bi buha vîn û îradeya kadirên psk jibo karê siyasî , Dîmoqrat û aştiyane nirxand , tevlî hemû reng û şêwazên tundî li dijî xebatkarên siyasî li Turkiya.
Hiso ronahî berda li ser rewşa dawî ya Sûriya û bi taybet li ser rewşa siyasî li kurdistana Sûriya û astengiyên di kevin li pêşiya damezirandina saziyek siyasî ku bikare nûnertiya gelê kurd bike û bikare vê qonaxê bi kêmintirîn tekçûn derbas bike û her weha bi deskeftin netewî bi encam bibe .
Hêjaye gotinê ye ku komek ji partiyên kurdî û kurdistanî li civatê amedebûn .
Rêxistina Almaniya ya partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûriya
10.10.2016