Li gorî rûpela Rojavayê Kurdistanê ya gihîştina civakî ku piştî destgîrkirina çend kesekî dizeker û bazirganên madeyên bêhoşker, ji aliyê pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve, îro radestî asayîşa Rojavayê Kurdistanê ya li Dêrikê hatin hate kirin.
Her weha gelek kes hene bi navê penabertiyê rû li Herêma Kurdistanê dikin û di encamê de, karên necur û dûr li yasayên giştî dikin, ji ber wê yekê jî, ew kes ji aliyê asayîş û pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ve tên girtin.
Hêjayî gotinê ye ku li Rojavayê Kurdistanê kar û xebatên ku tên kirin, ji aliyê Desteya Bilind a Kurd( DBK) ve birêve diçe ku ew desteya ji herdu encûmenên Kurdî nîv bi nîv pêkhatiye û di kar û xebatên xwe de berdewam e û weke hikûmeteke neragihandî ji aliyê saziyên navneteweyî û Kurdistanê ve tê naskirin.
Pukmedia