Ji destpêka şoreş û krîza sûrî de di 15/3/2011, tevgera Kurdi têkoşîneke bi rengekî nû li Sûriyê destpêkir , ku cara yekemîn bû ku piraniya partiyên siyasî yên kurd di bin yek sîwanê de kar kirin , piştî çend mehan ji civînên dirêj û zehmet û hevdîtinan , û gotûbêjên gerim ; hat damezirandin Encûmena Niştimanî ya kurdî, di 26/10/2011 hate ragihandin, û paşê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD wan jî avakir Konseya Rojavayê Kurdistanê û dûvre tevgera civaka Demokratîk TV-DEM ragihandin Ji ber vê yekê, pirsgirêkên siyasî di navbera herdu meclisan û pêşbirka bihêz di tevgera şoreşgerî û perçebûnê tûj li navenda siyasî derketin û cudahiya di xwendina rewşa li Sûriyê û dîtina çareseriyeke guncaw ji bo yekxistina hewlên Kurdî zelal dest pê kir, ku di nava hewldanên ji bo vê encamê sê peymanên di navbera herduan de çêbûn , 1- Hewlêr yek -2- Hewlêr du ? Duhok yek
Lê belê mercên van peymanan man ne actîf û nehatin bikaranin di piratîkê de, sedemên wê gelek hebûn , ya herî girîng jî: ku piraniya aliyên tevgera siyasî ya kurd li Sûriyê ne xwediyê biryara xwe ne û kesatiya xwe ya Sûrî windakirina ji dehên salan ve
Partiya Demoqrata Pêşverû kurd li Sûriyê û sekretêrê wê , birêz Abdul Hemîd Derwîş gelek bang û daxwaz dan partiyan û encûmanan, ji bo ku tevgera kurd li Sûriyê di derbarê avakirina şandeke kurdi avabikin, ji bo beşdarî kongirê Cinêf , û Astana û Humêmîm , û yên din yên navnetewî, û berî niha banga partiyên Kurdistanê yên sereke PDK-PKK-YNK kir ,ku zextê li hemû partiyên tevgera kurdî li Sûriyê û serbixwe bikin ji bo avakirina şandeke Kurdi yek, ji bo beşdarbûna di hemû konferansên herêmî û navnetewî de bibin , Ji ber ku metirsî ji bo pêşeroja Kurd li Sûriyê heye, eger em bi yek destî beşdar nebin û yek rêziya xwe ne parêzin û yekîtiya Kurdan ava nekin emê têk herin ,ev tirs û xeter raste û mezin dibe ,ku em di zûtirîn dem de bi xwe ve nebezin ,wê gelê me wê winda bê , û dîrok wê li me hemûyan rehmê ne kê , û derfeteke wek niha wê neyê bi sedên salan ji ber ku bi hezaran şehîdên kurd xwîna xwe ji bo parastina herêmên kurdî rijandin , dive em li vê xwînê derkevin û bi nirxek bilind binerxînin , ku di şerê dijî terorê da jiyana xwa Ji bo Kurdan terxandin
Dem û roj derbas dibin û jimara dîrokê rojan dijmêrê û em hê derewan li gelê xwe yê perîşan dikin , ew miletê ku gelekî westiyan û bê hêvî bûn û laşên wan lewaz bû û bi sedên hezaran koçberbûna li her çar aliyên cîhanê, diyara ku em dikevin riyeka tarî de û dirêje û xwiyaya ku emê carek din bin kevin
Em divê mala xwe ya kurdî ava bikin û levbidin û em bihevre rûnin û bilez peymaneke nû ragihînin, û navendeke biryara kurdi û lêvegereka siyasî avakin ,Ji bo pêşeroja miletê me bi nexş bikin û divê şandeke kurdi bi serbixwe beşdarbibe li kongirê Sûtşî û hemê kongirên navdewletî û mercên xwe bi xwertî deyinin li ser masa danûstandinê li her derî û li ser her kesî ferz bikin
Lewend Mihemed (Lewend kardoxi ) Girkê legê.