Hemu Rojên We Newroz Newroza We Pîroz Be!
Gelê zilmdîtiyê Kurdistanê,
Em di zirufeka gelek hestyar û nazîk da pêşwaziya Newroza 2713 (2013) dikin. Pêşhatiyên siyasî yên dawî û ber bi pêş çûna diyaloga MİT-İmraliyê bûne sedemên hendê, ku hêviya nemane şer û tundutijiyê li Kurdistana Bakurê xurttir be. Ji ragihandina Hikumeta Tirkiyê û berdevkên Ocalan xuya dibe, ku herdu alî jî li ser proseya nehiştina şer pêgîr in.
PSK-Partiya Sosyalîst a Kurdistan piştgiriya proseyê, ku bi armanca ne nehiştina şer û asayî kirina zirufa siyasî û civakî destpê kiriye, dike. Ji ber ku Partiya me hertim gotiye û dibêje, ku kêşeyê Kurd bi tank û top û firokê, bi kuştin û girtin û nefî kirinê ve nayê çareser kirinê. Û jî mêjve eşkere bûye, ku xebata çekdarî ya PKK, bi taybetî ya du salên dawî, ne tenê di xizmeta berjewendiya gelê Kurd da nebû, her usa keşeyê Kurd aloztir kiribû û bibû astengek li pêşiya xebata aşitî û azadî û demokrasiyê.
Partiya me ji Hikumeta Tirk daxwaz dike, ku pabendê qewlê Serokwezirê Tirkiyê Erdoxan be û dema derketina gerîlla ji dervayê Tirkiyê, pêşiya operasyonên leşkerî bigre.
Zahmetkêşên Kurdistanê,
Bê guman nemana şer û tundutijiyê baş e lê belê pirsa Kurd tenê bi vî yêkê ve çareser nabe. Çareser kirina bingehin a pirsa Kurd nasandina mafê çarenus e, ku mafên hanê di gelek peymanên navnetewî da ci girtiye. Divê biryara destnişan kirina dehatuya xwe di destê gelê Kurd da be û ew bi xwe destnişan bike, ku çawa û ligel kî bijî. Her usa divê ji bîra me neçe, ku ci be ci kirina mafê çarenus proses e û di zirufa îro ya herêm, Tirkiyê û Kurdistanê da proseya hanê proseyeka dur û dirêj e.
Ji bona ku Tirkiyê bibe welatekê demokrat û rê li ber çareser kirina pirsa Kurd bê şer û tundî û bi rêka diyalogê xweş be, divê gavên jêrî bêne avêtin:
– Divê li Kurdistana Bakurê, perwerde di hemû qonaxan da bi zimanê Kurdî be;
– Divê damezrandina her cure rêxistin bi nasnameya Kurd azad be;
Sîstema caşîtî bêne hilweşandin; saziyên mîlîtarîst wekî JİTEM û Hêzên Taybet ji Kurdistanê derkevin û kiryarên wan yên kirêt bêne eşkere kirin;
– Leborineka giştî bê îlan kirinê;
– Divê hemu astengên li ber gundiyên bêne hildan, daku bikarin vegerin gunden xwe yên kavilkirî û bê qeyd û şert zirarê wan bêne tazmîn kirinê;
– Azadiya dîn û bîr û bawer bê qeyd û şert bêne nasin;
– Di Destura nu da nasname û mafên serekî ya Kurd û gurubên din bêne naskirin û mafên wan bêne desteber kirinê.
Zahmetkêşên Kurdistanê,
Hêz û aliyên siyasiyên Kurd,
Newroz destpêka fasla bihar e, destpêka jiyana nu ye;
Newroz ronahî ye; aşitî ye;
Newroz remza berxwedan e, sembola yêkitî û xebat û serketin e.
Werin em Newroza 2713 bi gor naveroka xwe pîroz bikin;
Werin, em vê derfetê baş û nû ji dest nedin, bi hevra pistgiriya proseya nemana şer û tundî bikin;
Werin em mil bi mil ji bona bi dest xistina mafên xwe yên netewî û demokratîk xebat bikin, daku bihara me jî dest pê bike, şeva tariyê biçirînin, ronahiya bibînin.
Hemu rojen we Newroz, Newroza we Pîroz Be!
19 Adar 2013
Partiya Sosyalîst a Kurdistan