Dengê xwe dijî qetlîemên, ku li Rojavayê Kurdistanê diqewmin, bilind bike Êrîşa neyarên azadiya Kurd destpê kiriye.
Dijminên Kurd li Kurdistana Rojava qetlîam çêdikin. Kurdên Rojava, ji şerê navxweyî ya Suriyê istifade kirin û azadiya xwe bi dest xistin.
Yek ji neyarên vê azadiyê Bereyê El Nusra ye, ku erîşê Kurdên Rojava kir, bi sedan jin û zarok, kal û pîr kuşt. El Nusra rêxistineka tundrew a Îslamî ye û bê asteng ji tixubên Tirkiye hat û çûyiya Suriyê dike.
Dewleta Tirk jî di hemu waran da alîkarê vê rexistinê ye. Heyamek e, li Suriye, di mizgevtan da, ku di bin qontrola îslamiyên tundrew in, fetvayê kuştina Kurdan û destdirejiya jinên Kurd tê dayin, diji Kurdan banga cîhad tê kirin.
Di van rojên dawî da grubeka Turkmen, ku beşekê Erteşa Azad a Suriyê ye, dijî çekdarên PYD şer ragihand. Usa xuya ye, ku neyarên azadiya Kurdên Rojava dest bi êrîşeka hevbeş kirine û bi sedan Kurdên sîvîl, jin û zarok kuştine; dikujin.
Erkê hemû Kurdên welatparêz ev e, ku dijî vê êrîşa hovane bisekînin, dengê xwe bilind kin û destê xwe bidine hevdu, bi hevra piştgiriya birayên xwe Rojava bikin.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan êrîşa hanê mehkum dike û banga hemu rêxistinên welatparêzên Kurd dike, ku bona pêşî lê girtina qetlîaman li Rojava, destê xwe bidine hevdu.
Dewlet û hikumeta Tirk, ku bona nehiştine şer û tundûtijiyê bi İmrali ve ketiye têkiliyê, divê destê xwe ji kar û barên Rojava bikşîne, bona Rojava statu destnişan neke, rêz li îrade û vîna Kurdên Rojava bigre, alîkariya gurubên tundrew a Îslamî neke.
PKK-PYD divê siyaseta yektayî, kêm girtina hêzên welatparêzên din berde û pêşiya hêzên çekdarên din yên Kurd negre, bê qeyd û şert xalên peymana Hewlerê ci bi ci bike, ji ber ku siyaseta hanê, bilî zirarê tu qezenca wî doza Kurd nîne.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan banga Rêxistina Konferansa İslamî û Liga Ereb û rêxîstîn û dezgeyên din yên navnetewî dike, ku dijî qetlîamên Rojava dengê bilind bikin, alîkarî û piştgiriya Kurdên rojava bikin.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan, banga rêxistinên Kurd yên derwayê welat dike, ku bona agadar kirina bîrûrayê giştî û alîkarî û piştgiriya kurdên Rojava, bi hevra çalakiyên demokratîk û aşîtiyane saz bikin.
04 Tebax 2013
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK