Partiya Pêşverû: Yobîla zîvî ya Yekîtî ya Netewî ya Demoqrat a Kurdistan pîroz dike

Share Button

Pîroznameyek bi babeta yobîla zîvî ya Yekîtî ya Netewî ya Demoqrat a Kurdistan

Birayê hêja Kak Xefûr Mexmûrî ( sekreterê Yekîtî ya Netewî ya Demoqrat a Kurdistan )..

Birayên hêja endamê nivîsgeha rêzanî ya partiya bira.

Silav û Rêz

Bi babeta yobîla zîvî ji Yekîtiya we ya xebatkar re ( Yekîtî ya Netewî ya Demoqrat a Kurdistan ) , Û derbasbûna ( 25 ) salan di ser damezrandina wê re , Bi navê nivîsgeha rêzanî ya ( Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ) , pîrozbahiyên germ li we dikin , û di rêya were em hemî heval , kadir û xebatkarên we pîroz dikin û serkeftinê ji were dixwazin di pêkanîna armancên we yên ku ji bo wê Yekîtiya we ji wê bi rêket.

Ey birayên hêja

Em baş zanin girîngiya vê rewşa awarte ya ku di ser her çar parçeyên Kurdistanê re derbas dibe , Û bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê , li hember terorê û qeyranên cihêreng , Dawiya wê jî qeyran û nexweşiya metirsîdar a Korona ye ,
Lewre em tekez dikin li ser yekrêziya aliyên Kurdî û Kurdistanî , Û Yekîtiya helwesta netewî ya kurdî li beramberî van qeyranan , Û di vê çarçewê de Em tekez dikin li ser girîngiya peywendiyên du alî yên di navber herdu partiyên me de û pêşxistina wê ji bo xizmeta doza gelê me û pêkanîna mafên netewî yên rewa.

Careke din em pîrozbahiyên xwe dubare dikin û serkeftinê ji xebata were dixwazin , Bi hêviya pêşketinên zêdetir.
Newroza we pîroz be….

Qamişlo

21/3/2010

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...