Daxuyanî
Di Roja Sêşemê 28 / 4 / 2020an de Tevî jiyana metirsîdar ji ber nexweşiya korona û berdewamiya tawanan û kiryarên hovane yên ku dagîrkerên Turk û çeteyên girêdayî wan ve li ser gelê me dimeşînin , Di heman demê de teqîneke mezin di nav sûkê de li navenda bajarê Efrînê çêbû di encamê de hejmarek mezin ji welatiyên sivîl û kesên bê guneh pakrewan ketin û birîndar bûn.
Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de vê teqîna terorîst bi tundî şermezar dikin , Herwiha em bang li civaka navdewletî dikin da ku çareyekê ji van kiryarên derwarkirina bi darê zorê , Û guherîna demoxrafî re bibîne. Û komkujiyên di dermafê sivîlan de çêdibin dawiyê lê bîne.
Herwiha em bang li aliyên Tevgera Kurdî dikin da ku di zûtirîn dem de yekîtiya helwesta xwe pêkbîne û hemî bi hevre li hember vê rewşa hestiyar û metirsîdar de ya ku di ser gelê mere derbas dibe rawestin.
29 – 4 – 2020
Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo