Partiya Pêşverû : Kuştin û siyasetên Turk û Erebkirinê di dermafê gelê me de li Efrînê şermezar dike

Share Button

Piştî Du salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên Kurd de berdewamin di kiryarên xwe yên ne mirovî de ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , Herwiha girtin , revandin û kuştinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîşan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin ku dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke fireh ji kurdan re were kirin û guherîna dîmixrafî li Efrînê pêk bînin.

Di 18 / 4 / 2020 çete û çolaxên girêdayî dewleta Tirkiyê ve pîre jineke kurd “Fatma Îbramî Kinê” li gundî Êkiçê kuştin , Ew pîrejina 80 salî bi armanca dizî û talankirina malê hate kuştin , Û ev tawan berdewamiya tawan û kuştinên berî vê bûyerê ye di dermafê gelê me de li herêma Efrînê.

Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de vê bêtar û felaketa mezin di dermafê êş û azariyên gelê xwe de li Efrînê bi tundî şermezar dikin , Û van siyasetên Turk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li herêmê dimeşîne em şermezar dikin.

Di heman demê de em bang li civaka navdewletî , Deste û Rêxistinên mafên mirovan dikin da ku bi hemî erk û berpirsyartiya xwe rabin , û fişarê li ser Turkiyê bikin da ku dagîrkeriya xwe li herêmê bi dawî bîne , û peydakirina parastinê ji bo gelê me li herêmên xwe yên resen vegere û koçberiya bi darê zorê di dermafê herêmê de raweste.

21 / 4 / 2020

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...