
(Daxuyanî)
Di dîroka / 18 / 9 / 2023an de firokek bê ajokar firokxaneya “Erbed” li rojhilatî bajarê Silêmaniyê li Kurdistana Iraqê armanc girt , ew firoke li gor tekezkirina (Yihye Silo) berdevkê fermî ji hêzên çekdar ên Iraqî re di rêya sînorên bi Turkiyê re ketiye ezmanê Iraqê.
Di encama vê êrişa hovane de Sê pakrewan û Sê birîndar ji hêzên jinavbirina terorê hene.
Bi vê babeta Xemgîn em di “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê” de bi tundî van kiryarên terorîst û newêrek ên ku serweriya herêma Kurdistanê û serweriya Iraqê binpêkirine em şermezar dikin.
Bê gûman ev êrişa terorî ewlehî û aramiya Iraq û herêma Kurdistanê armanc dike û herwiha wan hêzên leheng ên ku teror şikandine armanc dike.
Berdewamiya van kiryarên terorîst dihêle ku serkirdayetiya rêzanî li herêma Kurdistanê bi berpirsiyarî hêzên xwe bike yek li hember wan kesên ku dixwazin vê ezmûna federalî têk bibin , herwiha em ji hikûmeta Iraqî dixwazin ku bi berpirsiyariyên xwe yên niştimanî û distûrî rabin û berevaniyê di ber herêma Kurdistanê de bikin ji ber ku ew beşekî girînge ji rûmet û serweriya Iraqê , û divê çareseriyeke dawîn ji van kiryarên ku di xak û ezmanê Iraqê de dibin were dîtin.
Di dawiyê de em germtirîn silav û sersaxiyan li xudiyên pakrewanan dikin û em xweşiya lezgîn ji birîndaran re dixwazin.
Qamişlo / 19 / 9 / 2023 Z – 2635 K
Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
موقع الديمقراطي Malpera Dîmoqratî
