Partiya Pêşverû : bîranîna duyem a dagîrkirina Efrînê bi bîr tîne û dagîrkeriya Turkî şermezar dike

Share Button

Daxuyanî ji nerîna gîştî re

Di dîroka 20 / 1 / 2018an de balafirên Turkî dest bi tpobarankirina navenda bajarê Efrînê û gund û navçeyên wê kir : ( Bilbilê , Reco , Şiyê , Cindirêsê , Şera , Mabeta ) , Herwiha hêzên dagîrkeriya Turkî ya hovane û çete û çolaxên xwe bi hemî çekên xwe yên giran bajarê Efrînê dagîrkirin di encamê de bi sedan pakrewan û koçberiya bi deh hezaran ji gelê me ji ber tpobarankirina beyalî û ezmanî li ser herêmê.

Piştî Du salan ji dagîrkeriyê heya niha herêma Efrînê rastî tawan û binpêkirinan tê , çekdarên îslamî di dermafê welatiyên Kurd de berdewamin di kiryarên xwe yên ne mirovî de ji talan , dizî , û destdirêjahiya li ser samanên wan , Herwiha girtin , revandin û kuştinê li dijî wan bi kar tînin bi aramanca xizankirin û perîşan kirina welatiyên kurd da ku ew neçar bibin ku dest ji gund û bajarê xwe berdin û koçberiyeke fireh ji kurdan re were kirin û guherîna dîmixrafî li Efrînê pêk bînin.

Siyasetên ku dewleta Turkiyê dimeşîne ew siyaseteke pilankiriye ji bo tunekirina gelê kurd û berdewamiya pilanên wê ye ji dagîrkeriya xaka Sûrî re.

Em di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê vê bêtar û felaketê bi xemgîniyeke mezin di dermafê êş û azariyên gelê xwe de li Efrînê bi bîrtînin , Herwiha em wan cangoriyên ku di ber xak û rûmeta gelê xwe de canê xwe dane silav dikin û bi bîra xwe tînin , û van siyasetên Turk û Erebkirinê ya ku dewleta Turkiyê li herêmê dimeşîne em şermezar dikin.

Di heman demê de em bang li civaka navdewletî , Deste û Rêxistinên mafên mirovan dikin da ku bi hemî erk û berpirsyartiya xwe rabin , û fişarê li ser Turkiyê bikin da ku dagîrkeriya xwe li herêmê bi dawî bîne , û peydakirina parastinê ji bo gelê me li herêmên xwe yên resen vegere û koçberiya bi darê zorê di dermafê herêmê de raweste.

20 / Çile / 2020

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

الرفيق محمد عيسى رفي في ذمة الخلود

ببالغ الحزن والأسى تنعي اللجنة المركزية في الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا الرفيق المناضل ...