Nivîsgeha siyasî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê daxuyaniyek belav kir, tê de topbarandina artêşa Dewleta Tirkiyê li ser bajarê Efrînê û gund navçeyên wê, şermezar dike û ev deqa wê ye
Di dema ku Encûmena Ewlehiyê û hêzên navdewletî û herêmî, agirbestekê ji Sûriyê re gotûbêj dikin, û vejndina giftûgoyên Cinêva sêyem dikin, da ku qeyrana miletê Sûrî çareser bibe, careke din artêşa dewleta Tirk, bi top û çekên giran êrîşî navenda bajarê Efrînê û gundên wê dike, û gelek qurbanî di encama vê topbarandinê de, hene, tevî ku tu liv û tevgerên leşkerî li wê herêmê tune ne.
Bi nave nivîsgeha rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê em vê topbarandina li ser bajarê Efrînê,û li tevahî herêmên Kurdî li Kurdistana Sûriyê şermezar dikin, û doza rawestandina wê dikin, herweha em ji desthilatdariya Tirkî dixwazin ku, bi civaka navdewletî re alîkar be, da ku çareseriyekê ji qeyrana Sûrî re bibîne, herweha, em dozê li Tirkiyê dikin ku, pirojeya aştiyê, di hindirê xwe de, berdewam bike, û kampanya leşkerî li ser bajarokên Kurdî weke Amed, Botan û Farqînê bidawî bike, û pirisgirêka Kurdî li Kurdistana Tirkiyê bi şêweyên aştiyane çareser bike 20 /2 / 2016 Nivîsgeha Rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê .
Werger ji Erebî : Hişmend şêxo