Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê pêncî û neh sal xebat li dijî koledar û zordaran

Share Button

302 - لوغو ازرق
Ji roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di çardehê cehzerana 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , û bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di piştgiriya tekoşîna gelê kurd li Kurdistana Başûr , Bakur, û Rojhilat de , û kedkariyek mezin daye di vê derbarê de, Herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna peywendiyên du alî bi tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re li ser bingeha rêzgirtina gelê kurd û doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê û ji bo pêkanîna xewn û hêviyên miletê me di welatekî Demoqrat û Azad de , Lewre partiya me bi dirêjahiya salan rastî gelek dûjin û astengiyan hatiye û gelek êş û azar dîtine ji çavsorî û zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me û herî zêde hovîtiya wan bi kadir û hevalên me re ji kehrebe û kotek û işkenceyên giran ji aliyekî ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve , Herwiha di jiyana me ya Partîzanî de û di gelek qonaxên xebatê de şerê me hatiye kirin carekê bi behaneya Markisiya Lênînî û carekê jî di bin navê Berzanî û Berzanîzmê de, Tevî ku dijminê me bi tundî şerê me dikir , Lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî, û li hember vê yekê partiya Pêşverû herdem bi vîna gelê kurd û bi rêbaza xwe ya Hişmend xebat û tekoşîna xwe berdewam kiriye ji bo Azadiya gelê kurd û parastina xaka kurdî.
Hevalên cefakêş
Di vê rewşa awarte û hestiyar de ya ku li ser welatê me re derbas dibe Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd kongirê xwe yî çardemîn li darxist bi helwestin wêrek, û biryarin pêşketî û bi pirojeyeke rêzanî nuh li gor nêrîn û rewşa miletê kurd li kurdistana sûriyê bi derket, û herî zêde li du xal bingehîn :
Yekîtiya helwesta kurdî di vê dema nazik û hestiyar de û avakirina biryara rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê.
Ey gelê xebatkar
Îro û piştî 59 salan ji xebata partîzanî Partiya Pêşverû pabende bi rêbaza xwe ya netewî di piştgiriya tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de,û bi vîna gelê xwe di xebata xwe de berdewame , Herwiha Partiya Pêşverû bi rolekî bingehîn radibe bi xêzkirina siyaseta kurdî di nav tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de.
Li dawiyê em hawara xwe dighînin hemî rewşenbîrên me kesên partîzan û serbixwe û em dibêjin ber bi xebateke pirtir ji bo pêkanîna xewin û hêviyên miletê me di welatekî Demoqrat, Azad û Federal de.

Bijî xebata miletê kurd
Serkeftin ji doza kurdî re
Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...