Di 25 / 11 / 2016an de Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê konfiransê xwe yê giştî ( konfiransê pakrewan Ridwan Hec Ibrahîm ) li darxist. Konfirans bi xulekek bê deng li ser giyanê pakrewanên Sûriyê û pakrewanên Kurdistanê dest pêkir.
Di destpêka konfirans de sekreterê Partiya me heval Hemîd Derwîş xêrhatin li endamên konfirans kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.
Piştre rapora komîta navendî hate xwendin Di raporê de hejmarek ji mijarên rêzanî û rêxistinî hatibû, Herwiha konfirans li gelek xalên rêxistinî û kar û barên hevalan di hemî desteyan de piştî kongirê çardemîn rawestî , û tekez kir li Ser pêşxistina karê partiyê li ser asta rêzanî û rêxistinî.
Li ser Asta Rêzanî
Konfirans bi dirêjahî li ser rewşa welêt rawestî û pêşketinên Ku li welatê me rûdidin ji encama şer û rijandina xwîna gelê sûrî û berdewamiya va qeyranê ya ku welatê me bêtir ber bi şewat û kavilkirinê de dibe û ji hevketinek kûr di civaka Sûrî de payda dike. Di vê derbarê de konfirans tekez dike li ser yekrêziya ked û karên navdewletî di şerê terorê de li welêt , Herwiha piştgiriya xwe nîşan dide ji bo hemî ked û hevkariyên hêzên navdewletî ji bo çareserkirina qeyrana sûrî , û tekez dike li ser giftogoya di navbera rêjîm û dujberiyê de û bê merc da ku şer were rawestandin, Di vê çarçewê de divê têkildarbin bi hemî rêxistin û saziyên rêzanî û civakî û rewşenbîrî re da ku bigihînin çareseriyekê ji qeyrana sûrî re û xewin û hêviyên gelê sûrî di welatekî Azad û Demoqrat de pêkbînin , û avakirina rêjîmek demoqrat , perlemanî pir netew rêzgirtin û parastina mafên hemî pêkhatiyên sûrî bike û bi taybetî mafên gelê kurd ê ku bi salan rastî kiryar û siyasetên tunekirin û zordariyê hatiye.
Lê tevî van kiryar û siyasetên kevneperest gelê kurd herdem bi welatparêziya xwe bi erkên xwe yên niştimanî xebata xwe kiriye û di vê derbarê de tevahî hevalên konfirans bilind nurxandin li darxistina hevdîtina Cizîrê ya niştimanî ya ku ji aliyê Partiya me û rêxistina Aşorî ya Demoqrat de hatibû li darxistin.
Li ser Asta Netewî ya Kurdî:
Konfirans tekez dike li ser pirojeyên Partiya me di yekrêziya aliyên tevgera netewî ya kurd û yekîtiya helwesta kurdî û avakirina navenda biryara rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê da ku tevgera me bêtir karibe bi beşdarbûna xwe û bi rola xwe rabe wek hêzek bi bandor di meydana rêzanî de û da ku li hember astengî û diwariyên di xebata tevgera rêzaniya kurdî de derdiketin raweste di vê qûnaxa çarenûsî di dîroka miletê kurd de.
Li ser Asta Rêxistinî:
Konfirans bi dirêjahî li ser xal û mijarên rêxistinî rawestî û piştî diyalog û dan û stanek dirêj hevalan bi mîkanizmên nuh li gor demê sazûmana hundirî danîn û pejrandin û gelek biryar hatin standin ji bo xurt kirin û pêşxistina karê partîzanî li ser astên Rêzanî , Ragihandinî , Cemawerî.
Komîta Navendî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Qamişlo 3 / 12 / 2016