Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê herdu serokên Yekîtî Niştimanî Kurdistan Pîroz dike

Share Button

Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê pîroznameyek ji berêz : Lahûr Şêx Cengê û Bafil Talebanî re şand bi babeta hilbijartina wan weke serokên hevbeş ji Yekîtî Niştimanî re , Ev deqa wêye:

Pîroz Name

Birayên hêja ( Bafil Talebanî , û Lahûr Şêx Cengê ) :
Bi babeta hilbijartina we wek serokên hevbeş ji Yekîtî Niştimanî Kurdistan a bira re bi navê partiya me ( Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê ) , Em germtirîn pîrozbahiyan li we dikin û serkeftinê ji xebata were dixwazin di afrandina erkên we yên dîrokî di serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan de li ser rêbaza heval Mam Celal , û geşkirina rola wî ya rêzanî de , Da ku di xizmet berjewendiyên gelê Kurd û doza netewiya kurdî ya rewa de bin û li ser astên cihêreng ( Kurdistanî û Niştimanî û Navdewletî )..

Ey birayên xebatkar

Di dema ku em pîrozbahiyên xwe yên germ ji were dubare dikin bi serkeftina kongira Çarem , kongira Nûjeniyê , Û standina baweriya hevalên we ji serokatiya partiya we ya xebatkar re di vê qûnaxa çarenûsî de ya ku di ser herêmê bi tevahî û Kurdistanê bi taybetî re derbas dibe.
Di heman demê de em bawerin ku hûnê bi hişmendiya xwe baldar bin li ser wan peywendiyên du alî û dîrokî yên ku bi dirêjahiya salan ji xebata hevbeş herdu rêberên nemir heval Mam Celal û heval Ebdilhemîd Derwîş avakirine , Herwiha bi pişkdariyeke karîger û geşkirineke zêdetir ji peywendiyên herdu partiyên bira re ji bo xizmeta doza gelê me û berjewendiyên me yên netewî.

2020 /2 /19

Qamişlo

Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 646 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 646 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا ...