Di 4 /11/ 2016an de Dewleta Tirk hejmarek ji serokên şaredariyê û perlementerên kurd di perlemana Tirkiyê de girtin heya giha herdu serokên hevbeş ên Partiya Gelan a Demoqrat ( HDP ) berêz Selah Demîrtaş û Fîxan Yeksûk dax.
Ev kiryarên ku berêz Receb Teyib Erdoxan û hikometa xwe pê radibin heyama demoqrat qels dikin û Tirkiyê ber bi dîktatoriyetê ve dibin.
Nivîsgeha rêzanî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê van kiryaran şermezar dike û bang li hikometa Tirkiyê dike ku di zûtirîn dem de hemî girtiyên siyasî werin berdan û divê doza kurdî li Tirkiyê bi şêweyekî aştiyane were çreserkirin.
Qamişlo 5 / 11 / 2016
Nivîsgeha Rêzanî ya
Partiya Demoqrat a Pêşverûya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî: Hişmend Şêxo