Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bîranîna pêncî û neh saliya xwe vedijîne.

Share Button

1

Di bin silogana Ber bi xebateke pirtir ji bo pêkanîna xewn û hêviyên miletê me di welatekî Demoqrat, Azad û Federal

de û di ber sirûd û sonda Partiya Pêşverû re di roja sêşemê Di çardehê Cehzerana 2016an de rêxistina Efrînê ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bîranîna pêncî û neh saliya xwe vejand û li hola Ava ahengek li darxist. Di ahengê de hejmarek mezin ji hevalên kevin û xebatkarên pêşîn û gelek partî , komele , sazî , rêxistinên jinan , rêxistinên civakî û xizmetkarî , ragihandin û kesên welatpatêz beşdar bûn.

Destpêka Ahengê bi sirûda netewî ya kurdî ( Ey Reqîb ) û bi xulekek bê deng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê destpêkir. Piştre mamoste Hişmend Şêxo Endamê komîta navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê xêrhatin li hevalên kevin û xebatkarên pêşîn û li nûnerên tevgera rêzaniya kurdî li kutdistana sûriyê û nûnerên komele û sazî û nûçegihanên ragihandinê û kesên welatpatêz û li tevahî mêvanan kir.

Herwiha heval Hişmend gotinek li ser damezrandina Partiya me kir ji roja damezrandinê de û heya roja îro û di gotina xwe de bal kişand li Ser biryarên kongirê çardemîn a Partiya me û bi taybetî li ser yekîtiya helwesta kurdî û avakirina navenda biryara rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê.

Di ahengê de gelek peyam û pîroz name hatin xwendin û gotinên hatine xwendin Evin:

1- Axavtin û pîrozbahiya damezrenêrê tevgera netewî ya kurdî sekreterê Partiya me heval Hemîd Derwîş ji mêvanan re. 2- Gotina rêxistina jinan a Partiya me heval jîn Mihemed . 3- Gotina ciwanên Pêşverû li Efrînê heval Hîwa. 4- Gotina hevalên Kevin mamoste Mihemed Enwer. 5- Gotina komîta navendî ya Partiya me heval Kamîran Hesen. 6- Gotina Tevgera Civaka Demoqratîk Tev Dem birêz Arif Şêxo. 7- Gotina Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê birêz Mihemed Elî Rîda. 8- Gotina Hevbendiya Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Dr. Raxib hec Hesen. 9- Gotina Partiya Yekîtî ya Demoqrat a Kurd li Sûriyê ( Yekîtî ) Endezyar Ebdîn Bekir. 10- Gotina Partiya Komonîst a Sûrî ya yekbûyî Endezyar Hikmet çolaq. 11- Gotina Encûmena herêma Şehba mamoste Cemal Elo. 12- Gotina serkirdayetiya gîştî ya ceyş Elsiwar birêz Bavê Ehmed. Herwiha gelek pîrozname ji aliyên siyasî û civakî ji ahengê re hatin. Li dawiyê careke din xêr hatin li mêvanan hate kirin û dest bi şahiyê bû di şahiyê de hunermend Canyar gelek stranên netewî û evînî ji

mêvanan re pêşkêş

23

24

7

8

5

6

3

22

21

20

19

18

11

12

13

14

15

10

9

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...