Dost û hevalên hêja Nûnerên tevgera rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê Mêvanan rûmetdar Nûnerên komele û rêxistinên jinan û sazî û rêxistinên civakî û xizmetkarî Rojnamevanên hêja nûnerên malper û ragihandina kurdî Silav li we hemiyan Di çardehê cehzerana sala 1957an de hejmarek ji têkoşerên kurd yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê damezrandin bi navê Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî ji bo rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û xewin û hêviyên gelê kurd di welatekî Azad de pêk bîne, Lê piştî demeke kurt ji damezrandina partiya me yekîtî di navber herdu welatan Sûriyê û Misirê de çêbû wê demê dest bi girtina xebatkarên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî hemî heval û dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji lêxistin,kehreba û işkenceyên hovane, Lê vîna miletê kurd û Hişmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan celadan bi hêztir bû, Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiya me biryarek stand bi vêxistina agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî kurdaxê da ku neyarên gelê kurd zanibin ku kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî, û ji wê rojê de hişyarbûna netewî di nav gelê me de dest pêkir. Gelî hevalan Ji roja damezrandina Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê di çardehê cehzerana 1957an de xebata me herdem ji bo parastina hebûna kurd û nasnameya netewî ya kurdî bû , û bi dirêjahiya salan ji jiyana xwe ya xebatkarî de partiya me berdewam bû di piştgiriya tekoşîna gelê kurd li Kurdistana Başûr , Bakur, û Rojhilat de , û kedkariyek mezin daye di vê derbarê de, Herwiha xebatek bê hempa kiriye ji bo pêkanîna peywendiyên du alî bi tevgera Azadîxwaza Kurdistanê re li ser bingeha rêzgirtina gelê kurd û doza netewî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê , û tekez kiriye ji bo taybetmendiya tevgera rêzaniya kurdî li Kurdistana Sûriyê û ji bo pêkanîna xewn û hêviyên miletê me di welatekî Demoqrat û Azad de , Lewre partiya me bi dirêjahiya salan rastî gelek dûjin û astengiyan hatiye û gelek êş û azar dîtine ji çavsorî û zordariya rêjîma dîktator li ser gelê me û herî zêde hovîtiya wan bi kadir û hevalên me re ji kehrebe û kotek û işkenceyên giran ji aliyekî ve , û ji ber nezantiya civaka me di wê demê de ji aliyekî din ve , Herwiha di jiyana me ya Partîzanî de û di gelek qonaxên xebatê de şerê me hatiye kirin carekê bi behaneya Markisiya Lênînî û carekê jî di bin navê Berzanî û Berzanîzmê de, Tevî ku dijminê me bi tundî şerê me dikir , Lê tu carî me ji neyarên gelê xwe re negot Erê û me koletî nepejrand û me miletê xwe danexist bazarên siyasî, û li hember vê yekê partiya Pêşverû herdem bi vîna gelê kurd û bi rêbaza xwe ya Hişmend xebat û tekoşîna xwe berdewam kiriye ji bo Azadiya gelê kurd û parastina xaka kurdî. Hevalên xebatkar Îro piştî pêncî û neh salan ji ked û xebata partîzanî , û di vê rewşa awarte û hestiyar de ya ku li ser welatê me re derbas dibe Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd kongirê xwe yî çardemîn li darxist bi helwestin wêrek, û biryarin pêşketî û bi pirojeyeke rêzanî nuh li gor nêrîn û rewşa miletê kurd li kurdistana sûriyê bi derket, û herî zêde li du xal bingehîn
Yekîtiya helwesta kurdî di vê dema nazik û hestiyar de û avakirina biryara rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê. Mêvanên welatpatêz Îro û piştî 59 salan ji xebata partîzanî Partiya Pêşverû pabende bi rêbaza xwe ya netewî di piştgiriya tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de,û bi vîna gelê xwe di xebata xwe de berdewame , Herwiha Partiya Pêşverû bi rolekî bingehîn radibe bi xêzkirina siyaseta kurdî di nav tevgera Azadîxwaza Kurdistanê de. Bi hatina vê roja pîroz em germtirîn silavan li heval û dost û xebatkarên Partiya me dikin û cejina tevahî gelê kurd pîroz dikin û Hawara xwe dighînin hemî rewşenbîrên me kesên partîzan û serbixwe û em dibêjin ber bi xebateke pirtir ji bo pêkanîna xewin û hêviyên miletê me di welatekî Demoqrat, Azad û Federal de Ey gelê xebatkar li dawiyê em dibêjin ne tenê bi qasî hejmara daran lê belê bi qasî hejmarên zêtûnên Efrînê em cejina we pîroz dikin û dibêjin hûn li ser çavên me hatine hatina we dilxweşiya me ye Bijî bîranîna 59 saliya damezrandina Partiya Pêşverû Sed silav li giyanê hevalên damezrenêrê û li pakrewanên Partiya me Silav li hardu Endezyarên Partiya me Li giyanê hevalê Hecî Mamoste Reşîd Hemo Silavek taybet ji çiyayê Kurmênc de heya Qamişlo li Mamoste Hemîd Derwîş Mirin ji neyarên gelê kurd re Serkeftin ji tevgera Kurd re Serkeftin ji doza kurdî re Hûn Tev bijîn di evîna miletê xwe de û spas ji guhdariya we ‘re Hişmend şêxo Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê