Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê 58 sal xebat li dijî zordariyê

Share Button

225786_110170912405247_3711493_nDi çardehê cehzerana sala 1957an de hejmarek ji têkoşerên kurd yekem rêxistina rêzanî ya kurdî li Kurdistana Sûriyê damezrandin bi navê Partiya Kurdên Demoqratên Sûrî  ji  bo  rêbertiya cemawerê gelê kurd û berevaniyê di ber doza netewî ya kurdî de li Kurdistana Sûriyê bike û xewin û hêviyên gelê kurd di welatekî  Azad de pêk bîne, Lê piştî demeke kurt ji damezrandina partiya me  yekîtî di navber herdu welatan Sûriyê û Misirê de çêbû wê demê dest bi girtina xebatkarên siyasî kirin û di wê demê de hêzên istixbaratên sûrî  hemî  heval û dost û kadirên partiya me girtin û hevalekî me nema û zordarî nedît ji lêxistin,kehreba û kotek û işkenceyên hovane li ser destê wan xwînmijan dîtin, Lê vîna miletê kurd û Hişmendiya rêbaza partiya me ji hêz û çavsoriya wan celadan bi hêztir bû, Lewre di sala 1960 de serkirdayetiya partiya me biryarek stand bi vêxistina agirê Newrozê li sêsid û şêst gundî kurdaxê da ku neyarên gelê kurd zanibin ku kurd û tevgera netewî ya kurdî ne tenê li Cizîrê ye lê belê ji wê zêdetir li Kurdaxê ye jî, Ji wê rojê de û heya roja îro partiya me rastî gelek astengiyan hatiye çi ji aliyê rêjîmê û siyaseta wê ya tunekirinê ya li dijî  xaka kurdî û hebûna gelê me û çi ji aliyê nezantiya civaka me di wê demê de û bi taybetî kesên ku di bin bandora olî û paşdamanê de mabûn wan kesan bi tundî şerê partiya me û mafên gelê xwe dikirin.

Lê piştî 58 salan ji damezrandina partiya me û tevî dijwariyên xebatê partiya me xebat û berxwedanek bê hempa kiriye di parastina xaka kurdî û hebûna miletê xwe de û ma pabend  bi rêbaza xwe ya netewî  di piştgiriya tevgera me ya azadîxwaz li Kurdistana Turkiyê û Iraq û îranê de, û îro jî bi vîna gelê xwe di  xebata xwe de berdewam e û Tekoşîna xwe   di ber berevaniya doza kurdî li Kurdistana Sûriyê dike û herwiha bi rolekî bingehîn radibe di gel patiyên kurdî yên bira di  E.N .K .S ê  û di nav rikberiya Sûrî de û partiya pêşverû rolekî girîng dilîze di xêzkirina siyaseta kurdî de  di nav tervgera Azadîxwaza Kurdistanê de.

Bi hatina vê roja pîroz Ez germtirîn silavan li serkirde û Heval û Dost û Xebatkarên Partiya me dikim û cejina tevahî gelê Kurd pîroz dikim û Hawara xwe dighînim hemî rewşenbîrên me kesên Partîzan û Serbixwe û bi taybetî Hawara min ji ciwanên kurd re ye ku dest ji Axa welêt bernedin û bi çandeke Nû xebata xwe bikin,Pîvana xebata me kurdayetî be ne berjewendiyên Partîtî bin da ku di zûtirîn dem de em bigihên mafên xwe yên netewî di welatekî  Azad û Demoqrat de.

Bijî bîranîna  58 saliya damezrandina P.D.P.K.S       

Sed silav li giyanê Hişmendê rêbaza partiya Pêşverû  ji Dr. Nûreddîn ZaZa re

Sed silav li giyanê hevalên damezrenêr û Pakrewanên Partiya me

Mirin ji neyarên gelê Kurd re

serkeftin ji doza Kurdî re

                                                                                              Hişmend Şêxo

                                                                                                  14 / 6 / 2015

                                                                                                         Efrîn

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...