Pakrewanên Serhildana Kurd ezmanê Berlînê ronî kirin

Share Button

Bi vexwendinekê ji Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê-Nûnertiya Berlîn û Rojhilatê Almanyayê û tevgera wê ya ciwanan bi nûnertiya Hevgirtina

100_1586

 

  Hevrêzên Ciwanên Kurd li Sûriyê di gel Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî – YASA – roja Duşemê 11.03.2013-ê êvarî, bi dehan welatiyê revenda kurd li Berlînê beşdarî kombûnekê ji bo vejandina nehê ya Serhildana Gelê Kurd li Sûriyê (Serhildana 12-ê Adara 2004-ê) bûn.

Kombûnê bi xulekeke bêdengiyê li ser giyanên Pakrewanên 12-ê Adarê, yên kurd û Kurdistanê û hemû Pakrewanên şoreşa sûrî ya pîroz dest pê kir. Beşdaran siloganên bi zimanên almanî, erebî û kurdî bilind kirin û doza rûxandina Rêjîma ESED kirin û banga avakirina Sûriyeke demokrat, federal û azad ji bo hemû sûriyan kirin, herwiha teqez kirin, ku divê venasîneke destûrî bi gelê kurd li Sûriyê û mafên wî yên netewî li gorî belge û peymanên navnetewî bê kirin. Beşdaran mûm, weke derbirîneke dilsoziyê ji wan, ji bo Pakrewanên serhildanê û Pakrewanên azadî û rûmetê li Sûriyê vêxistin. Vê yekê bala xelkên rêwî yên alman kişand, yên ku ber bi wê ve hatin û bi kamîreyên xwe yên taybet wêne ji vê kombûna şaristanî re girtin û giftûgo di navbera wan û beşdaran de derbarê rewşa Sûriyê bi giştî û ya kurdî bi taybet çê bûn.

Dr. Kamîranên Derwîş (Serokê ENKS-Nûnertiya Berlîn û Rojhilatê Almanyayê) axaftinek kir û tê de pêwîstiya vejandina vê bîranîna pîroz teqez kir û got, ku divê her salê ev bîranîn li dar bikeve, ji ber wan Pakrewanan hemû tiştên xwe kirin goriya doza xwe ya dadmend. Derwîş daxwaz kir, ku divê revenda kurd li Berlînê bi giyanê biratiyê kar bike, ji bo kari be piştevaniya gelê xwe li hundur bike û divê di hemû çalakiyên têvel de bi awayekî baştir beşdar bibe.

Herwiha Silêman Bavê Kawa (Endamê Raspêriya Giştî ya ENKS-Nûnertiya Berlîn û Rojhilatê Almanyayê) jî axaftinek kir û tê de li ser pêwîstiya yekîtiya rêz û helwesta kurd teqez kir, naxasim di vê qonaxa hestiyar de, ya ku Sûrî bi giştî û navçeyên kurd bi taybet tê de derbas dibin. Herwiha pesend kir, ku divê destkeftiyên gelê kurd û aştîbûna tevgera gelêrî bên parastin.

Paşê Endamê Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî – YASA, parêzer û mafnas Celal Mihemed Emîn axaftinek kir û teqez kir, ku divê venasîneke destûrî bi gelê kurd li Sûriyê li gorî belge û peymanên navnetewî bê kirin û got, ku kurdên Sûriyê şêwazê federal ê desthilatê ji bo Sûriya pêşerojê bijartiye, ji ber ku ew şêwaz mafên hemû pêkhateyên civaka sûrî misoger dike.

Li dawiyê ENKS-Nûnertiya Berlîn û Rojhilatê Almanyayê û Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî – YASA – teqez kirin, ku dê çalakî û hevdîtin berdewam bin, heya rûxandina Rêjîma ESED û avakirina welatekî demokrat û federal, ku gelê kurd û hemû pêkhateyên civaka sûrî bi azadî û demokrasiyê şa bibin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê – Nûnertiya Berlîn û Rojhilatê Almanyayê

Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî – YASA –

enksberlin@gmail.com
info@yasa-online.org

Berlîn

11.03.2013

100_1594

100_1592

100_1574

100_1586

100_1588

100_1591

100_1569

100_1566

100_1565

100_1560

100_1550

100_1533

100_1537

100_1540

100_1541

100_1548

100_1528

100_1526

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 84 من جريدة التقدمي

صدر العدد (84) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في منظمة ...