Li wan roja dîsa Êzdiyên reben bi hovane tên kuştin. Û dîsa bi destê mirovên ku ji xwe ra dibêjin “Bisilman”. Ji ber rojevê ez nîşeyên xwe ya gerê me ya Laleşa Nuranî parve dikim. Dibe ku şaşî tê de hebin.
*Em li ser Duhokê çûn Laleşê. Mirov dikare ji Zaxoyê jî here. Ji xwe nêzî Bakûr e. Bi kurmanciyeke zelal diaxivin.
*Laleş gundek e. Û mexbera Şex Adî (Hadî) li perestgehê binax e. Li Laleşê ji bo rêzgirtinê herkes pêxwas digere. Gundeke têr şînahî ye û vala ye. Dema hecê wan mevanên Êzdî ten û li gund dimînin.
*Ji berpirsiyarê xwe ra dibêjin “Bavê Çavuş”. Ev mertebeyek e. Bavê Çavuşê niha -ku li sûretê ye bejnbilind ev e- berî peşmergetî kiriye. Me pirsa nêrîna rêvebirên heremê li Êzdiya kir, got: “Baş e. Çawa Êzdiyên Bakûr xwe girêdayî Apoyê kiribin me jî Barzaniyê kir”.
*Zarokên Êzdî perwerdeya ola xwe dibînin. Hin Êzdî daku mirovan xirab dike li dijî perwerdehiyê ne.
*Yên dîndar nexasim jî kal û pîr di binê kincê xwe de îşlikeke spî û bi mohr li xwe dikin. Baweriya wan ev e ku beyî vê bimirin ye ruhê wan winda bibin.
*Li her malê du derî çêkirine. Bersiva wan ev bû: “Dema ku dijmin tên ji deriyê pêşî em ji ya paşî direvin.” (wê çax min xwe bi xwe gotibû: nebawerim êdî tevkujiyek were serî wan belengazan. Çi zû hat!.)
*Bi gelemperî Kurdên bisilman destê xwe nadin Êzdiyan.(Wekê Elewiyan Êzdiya jî girêj dibînin. Li gorê wan ev girêjî ne maddî ye, manevî ye.) Gava ku em diçûn destê xaltika şa dibûn.
*Rengê şîn ji wan ra heram e. Dibêjin vexta ku dijmin hatine kuştinê li serî wan egalên şîn hebûye. Min dît keçeke dozdehsalî cilê şîn li xwe kiribû, min gotê: “Ma ne heram e delalê?” Diya wê hersa xwe lê anî û got:”Min ji te ra negot vê rengê li xwe meke?” Paşê jî dê ji baldariya me kefxweşiya xwe xuya kir.
*Ne bi tenî goşta teyra tawus goşta tu heywanên bedev naxwin. Dîneke hurmetkar e ji siruştê ra. Tu nakin ser agira. Pê xwe nadin sekûka (pêpêluk). Ev tişt rêzgirtin e ji xweyiyê malê re.
*Êvarê ciwaneke Êzdî dest bi pêxistina bendên pembûyê ya li nav rûna zeytunê dike. Perestgeh û nava gund tijê ronahî dibe.