……..Li navekî
…….avekê
yan tu têr nebûyî
tu digerî
li davekê
Hezar , hezar
dîrokên şilbûyî
ji xwîna te
têr nebûne
hîn xwe ziwa dibînin
peyalên xwîna te
lihev dixînin
gul û stiriyên te
ji hev cuda nabin
perwerî û xiniziya te cêwîne
di rojên têr xwîn de hatîne
tu dixwazî
peyala jînê
di nav kêlên mirinê de
bigerînî
herçar demsala
di rojekê de
bicivînî
Tu li çi digerî
Hîn tu
ji keviyên xewna
hêviyan didizî
ji havineke têr serma
dilerizî
hîn dilê te
Li ser tava te
dikizkize
Tu li çi digerî ?
Li hespê bê siwar
karwanê mirina zilindar
yan li rondikeke bê war
Hîn şûrê MENSûR
ji derveyî kalane
dilopên xwîna te
li ser nîşane
para te tenê
……..rewrewke
……leylane
Tu li çi digerî
NEWAF KOçER