Newaf Koçer: SEYDA

Share Button

Seyda
roja te xweş be seyda
dîrok ji pizdana xwe
tavêje newêreka
nemêr û nemerda
ma kî dikare Ji bilî lehenga
bikuje axîna
keser û derda
ma kî dikare ji bilî çiya
hembêz bike qertela
baz û firinda
sal sala dixwin
qunax qunaxa didizin
û hîn tu şivantiya
mandeyê dikî
hîn tu
gotinên xwe ….helbestên xwe
di mêrgên
azadî û mêraniyê de
diçêrînî
hîn tu ji rondikan
hezar hêviyan
diafirinî
sal sala dixwin
qunax qunaxa didizin
û hîn koçeriya
hest û ramanên te
di dil û canan de
dimîne
seyda
roja te xweş be seyda
sih û du salin û hersal
têkçûna mirinê nû dibe
pêlên jîna te seyda
mirinê li ber xwe dibe
mirinê li ber xwe dibe
mirinê li ber xwe dibe

NEWAF KOçER

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...