Dema tu tê
penaberî û koçberiya dil
li qeraxên kerbûnê dihêwirin
gul di gulistana hêviyan de dibişkivin
pevokên evînê lal dibin
xêliyên hesta
li bin guhê hev dikevin
û bi xwîna bendewariyê sor dibin
dema tu tê
jiyan sînga mirinê diqelêşe
û jê der dibe
lê dema tu nayê
bi qasî buharekê zer dibim
bi qasî bahozekê har dibim
bi qasî dojehekê gur dibim
NEWAF KOçER