Nêrîyê Bel û Sehê Şîn

Share Button


Bavê Sero

image00002Berî sedê salan koçerên mîra pez xwedî dikirin û ji lewra çûn û hatin dikirin, li zozana û li berîyê. Salikê hatine berîya şingalê bela bûne li van gunda, gir Kamber (tilkoçer) girkê Firîz, girTolik, bîra Birahîm axa, bîra Rovî-hamoker, gola şêxtemo, li van gundan zivistana xwe buhurandine. Û di dawîya Avdarê de jî wêderê cîhê xwe guhertine û vegeriyane ber bi havîn gehên xwe ve;

Qonaxa: 1-li çemê sîwêdîyê danîne û çendroj li wir bûrandine.

Qonaxa:2-ligir xerdel danîne.

Qonaxa:3-li berojê qereçoxê danine.

 

Li hêriê li binya çîyê pezê Cangîrê Biro hêdî-hêdî lid û mala dimeşîya. Binav û deng bû di nav koçeran de. Dinav kerîyê pezê wîde Nêrîyek hebû. Ev nêrî jî dibû pêşîwanê pez ji ber ku pir şareza û jîr bû. Û wekû hûn tevde dizanin ku her koçerek sehek xwedî dikir ji bo berevanîya pezê wî bike. Cangirê Biro jî sehekî wîyê şîn hebû (sehê zozana) dema direya gup-gup ji dengê wî dihat ji ber ku pir bi hêz bû. Û tu berevan mîna wî tunebûn ka gur û dehbe ji pezê Cangirê Biro bê par mabûn dema ku ev kerîyê pez hêdî-hêdî dimeşîya, nejda ezidîyan. Jî li dû wan dimeşîyan û nêrîvana wan dikirin ta di asîtengekê de wan bigrin.

 

Li hêl û newalên binya çayê qereçoxê kesa ji xwe di wande dîtin û şivan. Û pez danhdikirin û berxê wan dan çayê şingalê pez û şivan, sehê û nêrî qonaxikî dirêj dimişîyan ta ku bighêjin, nêzîkî çiyê. Û zanîbûn ku heger şivan berdin jî nema kare tu kêrê bike û gazin nagihê wan. Şivan li wir berdan û ew ser best kirin, şivanan rê girtin û berê xwe dan cîhê ku jê hatbûn (qereçoxê) ji bo li malan bikin hawar.

 

Bide rê girtina wanre berê pez, nêrî û seh ji nejda êzîdîya hat guhertin û dan dû şivanên xwe nejda yêzîdîya nêrî girêdan û dîsan ewdan pêşîya pez û pez dan pêşîya xwe. Û çayê şingalê derbaskirin. Şivan jî gihiştin nav mala roj li çêlek dana bû. Û tiştê bi ware bûhirî tevde ji malan re gotin. Lê gotin bê sûde bû (dema ku yekî li talanê yê di xista) û bighanda malên xwe kes nem lid û diçû di gazîyê de, mîrana tevlî Cangirê Biro ji qereçoxê bar kirin û li qesra mameşûrê danîn. Çend roj li wir burhandin û ji wir ji bar kirin û li quba ba hosê (elêşêr) cîgirtin. Piştîdemek din ji wir ji bar kirin û li çemê mezrê danîn li ber ava mezin.

 

Li ser avê daol û zirne, lê dite û kelek û gemî mal û zarok û pîrekan ji vê derbasdikin. Û kesên go bi avê zanin ew jî li derfê xwe siwar dibin û pezê xwe derbas dikirin. Û bi vî rengî tevde ji avê derbasbûn û rîya xwe girtin û berê xwe dan qesrika gêlê û ji wir berê xwe dan herekolê û jê derbsbûn çûn deşta hincê û çûn çemê darberû. Û ji wir çûn di pira reşare derbasbûn. Û ji wir çûn çemê karê û bajarê Meksê derbaskirin. Û herkes li cîyê xwe cî girtin xwe zozana. Û navê cîhê wan jî ev in;

 

Kêlçûk, arnas, xwêrêz, kanîreş,kevet û ermişt.

 

Cangrê Biro jî çû zozana kevetê rûnişt tevlî çend malên din û heryek çûn kepîra xwe û li ser av û delavê xwe cîh grtin.

 

Cangîrê Biro, tevde kom kirin û weha got. (yê ku pezê xwe bîne ser delav pezê min av bide û li mexelê pezê min mexel bike û nêrîyê wan li ser kevirê nêrîyê bel mexelê ez wan tewan bi kujim) û her kes li cîyê xwe ma. Û niha em ê vegerin li çîroka nêrîyê şêxreza û sehê bihêz. Di wan rojên ku pez li cem yêzîdîyan mabû nêrîyê şehreza roj û şev li xwe kirin yek bi raman û tevger, dixwest ku rêkê bibîne ku pez bide dû pê xwe û ber xwe bide zozanê xwe şevek ji şevên cehzera şivan pezê xwe anî malê û li guherê mexel kir û çû mal.

 

Nêrî dît ku şev tarîye û şivan jî çûye û eve ku şev nêrî lê digerîya. Li dora pez çû û hat û ew şiyarkir û çû ber sehê şîn lingên xwe li erdê xist û ew jî hişyar kir. Di nav kozêde meşîya û kir pirkîn û got va ez meşîm bidin pey min, tevde bi rê ketin. Nêrî bû serşivan û sehê şîn bû dûvajo bi vî rengî alîkarîya hev kirin û pez ajotin hetanî roj derket xwe ji çîyê berdan xwar û li newalikê li binya çîyê xwe hişar gehkirin-mexelkirin, nêrî jî dinav pezde mexel bû û sehê şîn ma hişara li dora pez diçû û tê nahêle pez bela bibe. Û bi vî rengî bi roj û bi şevê bi rê diketin ta ku giha ava mezin xwe veşartin.

 

Av jî derbaskirin nêrî li pêşîyê û sehê şîn li pey pez ketin mav çîya, dehl û newal û devî gîhan çiyayê herekolê bi şevdimeşin ji nişkêvea nêrî li pêşîya pez sekinî û kir pirkinî pez paşde revîya sehê şîn dît go li dora pez dengê gura tê paş va çavên xwe gerandin gurek dît û êrîşek dayê rengê birûskê ew avêt xwarê. Û bi vî rengî du sê gur kuştin û berê xwe dan zozanê kevetê gihiştin ser delav av vexwarin û pez li gura xwedîyê xwe (Cangîrê Biro ) mexel hat û nêrî çû li ser kevirê xwemexel bû.

 

Cangirê biro, jî xew rabû lê hîn tarî wenda nebûye û bêne sipî û reş jî hev nayê naskirin. Dît ku kerîyek pez li mexelê pezê wî mexel bûye û nêrî yek jî li ser kevirî nêrîyê wîye. Bê here nav pez û yan ji bipirse ka ev pezê kêye?. Bê serî li malê ve gerîya rahişte tivingê û meşî çend gava ji malê dûr ket çokê xwe da erdê û tiveng kişand milê xwe û deng kete tivenga sêtire nêrî li ser kevir bû kesire rabû û bi bez çû giya rex kevir lê nerî nêryê wî yê mirî hiş û sewda di serî de ne ma di cihda, rûnişt li ber serê wî û got:

 

Belo bel beleko

Te serê şaxa zirave bimê waxeleko

Keja te ji ermûşmê pengo

Mala xwedîyê te xirabe li te kirîye xelet heft rengo

 

Belo bel kevero

Te serê biska sotin bi mê wan zero

Herdû çavê te birjin koro

Ser şivanê pezê xwe naz mekiro

 

Belo belê mino

Tu rabe rûnê li cem mino

Agir ketîye mala xweyê te ji ser û bino

Ka piştî te kî wê bibe ser miyanê pezê mino

 

Cangîr:

Seyê şîn tu were me tû wî bi xane

Ji minra bêje çi raye û çi dermane

Ez ê herim bînim ji dêra extirmanê ji nav filane

Ji minra got tiştê miro bixwe bike jêra mîme dermane seyê şîn.

 

Te çima wesa kir kum diroj

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 84 من جريدة التقدمي

صدر العدد (84) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في منظمة ...