Hevalin hêja û bi rûmet
Serokê Komkar berêz Rohat Geran
Newroza we pîroz be , her wesa bi riya were em newroza tevaya gelê Kurd li tevaya cîhanê pîroz dikin
Destnîşankirina we ji durişmên newroza vê salê di bin navê ( jibo jiyanekî azad û kurdistanek serbixwe ) tê wê wateyê ku Komkar wesa li çareserkirina doza Kurdî dibîne ku azadiya rasteqîne nabe ger Kurdistan bindest bimîne ,û ger Kurdistan serxebûna xwe bi dest xweve neyne , evjî diyaliktîkek duriste azadî bê welatek serbixwe kêm û lawaz dimîne .
Hevalên hêja : Kurdistan bi tevayî û bi taybet rojavayê kurdistanê di rewşekî pir nazik de derbas dibe , ji we naye veşartin ku derfetek pir mezin heye ku em destkeftin baş bi dest xweve bînin , lê siyasetên çewt û xwar wan derfetan dike bin metirsiyê de , mîna tenê yek partî , yek îdiyolojî , yek serok . ev dibin astengiyên riyalîtî pêşiya pêkanîna destkeftinên netewî jibo gelê me , em dixwazin ji were bêjin ku me , hemû hewldanên xwe kirin û hîn em dikin daku riyê li pêşiya karê hevbeş vekin , lê hevparên me wê napecirênin , û her weha hûn dizanên ku me weke Encûmena Niştimanî Kurd li Sûrya rêkeftinek bi Encûmena gel ya rojavayê Kurdistanê li hewlêrê imzekir di bin serperiştiya serokatiya herêma Kurdistanê , lê rêzgirtin ji imzê re ne hat girtin ji aliyê hevparên me ve , hûn her wesa dizanên ku me carek din berê xwe da Dihokê piştî têkbirina rêkeftina Hewlêrê ,û bi egera metirsiya ku rêxistina DAIŞ ya terorîst bi xwere anî nemaze piştî dagîrkirina wan ji tevaya herêma Kobanê bi hêjmara 380 gundan û tevaya bajarê Kobanê ji bilî sedê 15 ji bajêr , û bi egera gefa welatên rojava û herêma Kurdistanê li ser ENKS ê , me carek din rêkeftinek imzekir bi biraderên xwe re , li ser sê xalan , ya yekem damezirandina Lêvegera Siyasî Kurdî , û ya diwem beşdarbûn di nav rêveberiya xweserî piştî serastkirina peymana civakî ya ku berê ji aliyê TEV-DEM ve hatî ragihandin , û ya siyem pecirandina mafê ENKSê di berevaniyê de ( ango mafê damezirandina hêzek taybet bi ENKS ê li rojavayê Kurdistanê ) , lê ewjî li himber têkçûnekî nû tê , nemaze TEV-DEM dest ji karê xwe yê yekalî bernedaye û hevbeşiya kar qebûl nake , tenê weke mînak em dixwazin bêjin , di dema ku me bi hevre rêkeftina Dihokê imzekir di heman demê de leşkeriya neçar ferz dike li ser ciwanên Kurd û hilbijartinên şaredariyê li 13 adarê bi tena xwe ragihandin bê ku li me bi pirsin û ne ew tenê hîn bi dehan girtiyên siyasî ên tevgera Kurdî li zindanên wande hene tevlî ku soz dabûn ku wan berdin .
Ji alîkî din ve em dixwazin bêjin ku berjewendiyên gelê Kurd li rojavayê Kurdistan di ruxandina ricîma dîktator li şamê û pêkanîna Sûryak dîmoqrat pir netew û fidral de ye .
Di dawiyê de em bi hêvîne ku tevgera rêzgarîxwaza Kurd bikare pirsgirêkên xwe çareser bike û bikare ji vê qonaxê bi kêmtirîn ziyan jê derkeve û mafên xwe yê netewî bi cî bike û Fidrala rojavayê Kurdistanê li welatê Sûrya pêkbîne
Her Newroz û serkeftî û parastî bimînin
Bijî Kurdistan
bijî Şehîdên Kurdistanê
Rêxistina Almaniya ya Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûrya
13.03.2015