Ey cemawerê gelê kurd
Heyva avdarê heyvek balkêşe ji bo miletê me û taybetmendiyên avdarê gelekin li cem gelê kurd bi xweşî û nexweşyên xwe bi ronî û reşiyên xwe .
Di 21 Avdarê de her sal babeteke dîrokî û giranbiha li me dibe mêvan , rojeke nû ye li cem miletê me , Ew jî roja cejina Newrozê ye ” Cejina netewî ya gelê kurd e ” di wê rojê de serhildêrê kurd (Kawayê hesinkar ) bi dadana agirê Newrozê dawî li zordar û nûkerê xwînmij ( Dehak ) anî , û dest bi peydakirina jîneke nû ji miletê kurd re kir.
Vaye careke din Newroz li me dibe mêvan û şoreşa sûriyê derbasî sala pêncan dibe, û miletê sûrî berdewame di şoreşa xwe de , Şoreşa ” Rûmet û Azadiyê “
Ey gelê Azadîxwaz
Em di rêxistina çiyayê kurmênc de ya Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê dibînin girîngtirîn gav ewe yekrêzî û yekîtiya helwesta kurdî ye , û Divê em ji çandeke nû re bixedbitin, û bi nêrîneke nû li xebatê binêrin, Bi nêrînek kurdayetî, dûrî nêrînên hizbayetî yên teng , Ji ber vê yekê ji tevgera azadîxwaza kurd ( E.N.K.S û Tev Dem ê) tê xwestin ku pabendbin bi biryarên peymana Dihokê, û xwedî li banga miletê xwe derkevin ji bo yekîtiya helwesta kurdî da ku tevgera rêzaniya kurdî karibe bi rola xwe rabe di vê qonaxa dîrokî û hestiyar de.
Li dawiyê em cejina miletê kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pîroz dikin, hêvîdarin di newroza bê de miletê sûrî di jînek aştî û aram de bijî, û miletê Kurd bigihê mafên xwe yên netewî di Sûriyak Demoqrat û Federal de.
Bijî xebata gelê Kurd
Bijî Newroz nîşana Aşitî û Azadiyê
Mirin ji neyarên gelê Kurd re
Serkeftin ji doza Kurdî re
20 / 3 / 2015
Rêxistina Efrînê ya
Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê