Nameya 1 Gulanê

Share Button

Ji hêla Rêxistinên Tirkiya de, ya Partiya Demuqrata Pêşverû yê Kurd li Sûrî.

Hîsal û em li dergehê sala heftemînin di berdewamiya şerê Sûrî de, û Karkerên cîhanê şadîmanî ya xwe bi cejna xwe li dar dixînin. Karkerên welatê me Sûrya li drvayî jiyana mirovetiyê ne, – têne kuştin, têne binçav kirin, têne koçbrkirin, têne bi kar anîn li dervayî welat ( li cîyên penaberî ) li dervayî sîstema rêxistin û sendîkayên karkerên cîhanê.

Heftemîn sala berdewamî ya şer li nava Sûrî, û asoya çareseriyê ne li ber çavane. Tevî hewlên encûmena asayîşa navdewletî ranewestîne bo çareserkirina kirîza li Sûrî bi şêwakî polîtîkî û di riya diyalogê re di navbera rikberî û rijêma Sûrî de.. bi hevdîtinên li Cinêv û Asîtana jî, lê hîna hêvîyên çareserîyê ava nebûne, ji ber ku ew hevdîtin û diyaloga ku pêwîste dest pê bike rû li rû hîna jî dest pê nekiriye, û ti encamên erênî jî nedane.. lê rewşa şer germtir dibê, û rengê Sûrî ji şêweyên xwe yên ku hebûn di berî şer de ber bi guhertinên bingehîn de diçe.

Di çarçêweya destêwerdana çedîn dewletin bi bandor li ser kirîza Sûrî de, xuyaye bi şêwakî zelal ku Sûrî ji dest xwedî yên xwe derketî ye, û yên birêvabirina kirîzê dikin ew dewletin xwedî bandorin, di pêşî ya wan de Emrîka û Rûsya ye. Her yek ji wan dewletan xwedî pirojeyekê ye di hindirî Sûrî de, û ketine nava diyalogeke rasteqîne di nav hev de ji bo bi berhev anîna pirojeyên ne wek hev û li ser pirojeyeke hevbeş li hev bikin û nexşeya pirojeyê ferz bikin li ser xelkên Sûrî. Bê guman, di pêşîya tevayî pirojeyan de, pirojeyên Emrîkî û Rûsî ne, ku bandora herdu alîyan bandoreke sereke ye li ser çonetîya kirîzê û birêvabirina vê kirîzê ber bi pêk anîna bercewendiyên xwe yên istîratîcî di ciyopolîtîkîya Sûrî de.

Xûyaye, Sûrî ber bi guhertinên bingehîn de diçe, bê bi navnîşaneke xûya, lê li vê dawî bi şêwakî lezgîn-liv doza çareserî yê dibê. Tê gumanan ku çareserî li dervayî sîwana encûmena asayîşa nevdewletî de wê bi rê ve biçê bi hewlên Emrîka re li vê paşî ku Donald Tiramp xwe radikşînê bo serkêşîya çareserkirina kirîzê bikê ( piştî hilkişandina terorê ji kok de ), tê wê wateyê, ku ew kaxeza di dest Rûsan de wê bişewitînê, da ku Rûs naçar bimînin û bi Emrîkanan re bighêne lihevkirinekê. Yanî, bi her halî, Sûrî ya nuh bi rêva ye.. lê amedekariya me kurdan ji van guhertinên bingehîn re çine?

Bê guman, wekî her kes dizanê û li ber çavane, ku rewşa tevgera kurd ya siyasî ne li gor şert û mercên qonaxê ne. Ev mofirkên dîrokî ku bandora xwe li ser pêvejoya bûyer û serpêhatiyên Sûrî dikin, pêwîst bû ku rola tevgera polîtîk ya kurd li Sûrî roleke kargêr ba, ne di şêweya ecîndeya ba û liv û bezên wê di destên dewletên navçeyê de bin, ev nê wê wateyê ku pêwendiyên xwe ji dewletên navçeyê bibirin, her wehajî pêwistiya pêwendiya bi dewletên bandor re biparêzin wek aliyên hevpar di danîna pirojeya çereserkirina kirîza Sûrî de, da ku hevparbin di siberojê de bi pêkhateyên xelkên Sûrî re bo avakirina sûryake nûjen û mafên Kurd û hemû pêkhateyên xelkên Sûrî tê de parastî bin bi çespandinên xalên (Destûrî). Ev hawe jî mehale eger tevgera kurd li Sûrî bi vî şêweyî perçe perçe bimînê, û rikberê hev bin, wekî niha em dibînin şêweya pêwendiyên ( TEV-DEMê bi ENKESê  ) ku hilma xwînê jê tê.

Ji me tê xwestin em nakokiyên xwe paşgo bixin, û pêwistiyên alavên yekbûnê di nav xwe de gur û geş bikin da ku em bibne faktera herî giring di guhertinên bê de. Bo vê yekê jî, em bi hewceyî lêvegerîneke sîysî ne ku kanibin şandeke hevgirtî dest nîşan bikin ji bo guftogo û diyalog û karên diblomasî û pêwendiyên navdewletî û herêmî re. Bawer bikin bê pêkanîna vê yekê wê dem li benda me nesekinê, û poşmanî paşmayîna me çareser nakê.. di vir de, pêwîste em amaje bi helwêsta partiya me ( partiya pêşverû ) bikin ku li ser vê babetê kar dikê, lê mixabin ta îro bersiveke erênî jê re nebûye, û nakokiyên di navberên (TEV-DEM û ENKS de ) roj bi roj kûr û tûj dibin.

Her hêvîya me di vê rojê de haştî û aramî ji bo Sûrya ke Demuqrat û hevbeşe

Bijî 1 Gulanê cejna karkerên cîhanê

Rêxistinên Tirkî ya ( PDPKS Pşverû )

1 gulanê 2017

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...