Mustefa ramo : Agirê navenda Meyselûn

Share Button

 1560629_126741457657913_1458612630089810198_nAgirê navenda Meyselûn
31 ê gulane 2015 a
Jiyanek reş peydabû jiyaneke bê bûha
………………………………….
Navendek heya li wir bi navê saxlemîyê
Vê navendê kir hewar agir ketî anîyê
…………………………………..
Agirek zor û girane ket navenda Meyselûn
Ev agir ket laş û cana her ew kirin tunebûn
…………………………………..
Çûma hêla vê navendê da bibînim çi çêbû
Qîre qîre û nala nala kesê li ser wê rêbû
…………………………………..
Lê mixabin di hindirda nebû tu qîr û nala nal
Ketme yeqînê ji navendê kesek venagerê mal
……………………………………
Şehmîrane diya hêma pêre çend heval û dost
Bûne qurban li navendê bê rihin hestî û goşt
…………………………………..
Yasmîn hesûn di Berda tevlî Hêvî û Zozan
Cewher û Xwfran û Sena li ser deste Olîvan
……………………………………
Nîhad û du Cîhanin Meryem , Emîre û Gulzar
Viyan , Kanîwar û Sêvda bûn qurbanî bê buar
…………………………………………
Yek xerîb bi navê Tariq ji kû hat bi kû de çû
Min nizanî li ser çi bêjim qet nizanim bi kû de çû
…………………………………………..
Laş revandin bi lez û bez berî didane bajêr
Bi hêvî bûn hin ji wan vegerin malê bixêr
…………………………………………
Bûme pale li nav male digerim ez li şehmîran
Li nexweşxana Nor li Nafiz beg ta gihame Niştîman
…………………………………………..
Vegeryam Aştîxwazê li şîfayê li Rehmê
Li hev didim ez herdû desta çi bikim îro nagihimê
………………………………………….
Ji mir gotin her mala gel li taxa Enterîyê
Di bê carek dî bi bînê hevjîne xwe zerîyê
…………………………………………
Çûm û hatim li dora wê nav danîne li ser tabûtê
Perde rakir çi bibênim 7 can ketin vê tabûtê
…………………………………………
Min qîrek da ? çima wilo şehmîrane çav belek
Tem kirin tevne nezane berî ji me guhert felek
…………………………………………..
Bûye bîst sal me jiyanek xweş bi hevre di borand
Qet ne di hat li li bîra min lê qeder hat tu revand
……………………………………………

Hestirek hatî ji cava pêre qîrek pir bilind
Agirek berda hinave nav şikêre bûme kund
…………………………………………………
Pênc kulîlik berdane celda bê gotinek tu bêje
Li nav mala bûn jar û mest tev jiyanek qirêje
…………………………………………………..
Hêma delal hivde salî berî dide ezmûnê
Rondik ji çave têne xwar dikim nakim narûnê
……………………………………………………
Di bê vedkim vî pirtûkê bavo da ez bixwînim
Lê mixabin ji bilî wêneyên dayîka xwe nabînim
……………………………………………………
Hêlî cane min di bakê bavo kanî dayîke minî delal
Vaye dem bi ser 14 ket çima îro nayê mal
…………………………………………………….
Sîmafa min qîrek dabû deng gihabû ba xwda
Pêre gotî xwda çima ev bela bi ser meda da
……………………………………………………..
Nehrezê bê bext di bakê ka dayîkamin şehmîran
Lê mixabin her dibînim îro ew bê dê diman
……………………………………………………..
Omîdê piçûk nizanê dayîka wî bi kûde çû
Her di bakê mama were lê nizanê bi kûde çû
……………………………………………………..

Tev dib bakin bi yek dengî dayê em bûn yek birîn
Dayîkê xelkê li ser me na lorînin na girîn
……………………………………………………….
Dengê dayîka me herdem wê li ber guhê me be
Qet ji bîrnakin tu carî agirê go ket kezebê
………………………………………………………
Sed rehmet li canê we be zanin hûn buhiştîne
Sersaxî bo malbate sebir û hedan zêrîne
………………………………………………………..
Tifo li wî kesî be destê li we bû dirêj
Ger teda hebe ev kar tim bi mînê mest û gêj
………………………………………………………..
Jiyan ji bo wî nebê
Malbat jêre tune bê

Mustefa ramo elwank azam

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...