Miletê min, min soz daye te bernadim bê xebat Li bin nîrê dagîrkeran, setemkar û desthilat Li nav bêlên sextekar û qelawizên bê rûmet Qet namînim bêçare û bê taqet û bê lebat. Miletê min, min sond xwarî bi rûmet û hebûnê Venagerim ji ser vê rê, her diçim bo rabûnê Rastîyê min mayîna te li ser xakê serfîraz Xebat û ceng li ser vê rê, dirişma serxwebûnê Li ser vê rê bê rawestan, gelek qurbanî min dan Gelek asteng li pêşya min, dûr û nêzîk hat vedan Pîlanger û xwefiroş û tirsokin bê rû û sênç Li pêş min wek şermezaran ser li xarin bê heda Miletê min, bi bawerim, rêya ez lê bê veger Min mal daye, canê minjî qurbanê didime ser Serî danaxim li pêş caş û dijmin û nûkeran Min soz daye ranawestim, jîn ji bo mine tevger.