Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK-Bakur) Mesûd Tek piştî 36 salan vegeriya Amedê.
Sekreterê GIştîyê PSKa Bakur Mesûd Tek û komek hevalên xwe, piştî 36 salan xerîbî, ji Ewropayê vegeriyan Tirkiyê û îro danê êvarê jî gihîştin bajarê Amedê.
Mesûd Tek piştî ku ji aliyê komek alîgir û endam, dost û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin, civîneke rojnamevaniyê li dar xist û behsa çawanî û çimaniya vegeriya xwe kir.
Tek eşkere kir ku di kongreya partiyê de biryar hatiye dayîn ku êdî PSK li Tirkiyê û bi awayekî legal xebatên xwe bike ji ber wê jî ew vegeriyaya Tirkiyê.
Sekreterê Giştî yê PSKa Bakur da zanîn ku ew dê li Amedê bimîne û navenda giştî ya xebatên partiyê jî li Amedê be. Tek li ser wan îdiayên ku dibêjin ew hatine partiyeke nû ava bikin jî got, tiştekî wisa tine û em partiyeke nû ava nakin…
Mesûd Tek sala 1954ê li bajarê Elazixê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye lê malbata wî Dêrsimî en
û piştî serhildana Dêrsimê derbasî Elazixê bûne. Tek ji sala 2003ê ve Sekreterê Giştî yê PSKê ye.
ji -Rûdaw