Ji Bona Hamîdê Hecî Derwêş
Mamostayê hêja,
Ez bi navê hemu endam û aligirên Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK, bi boneya 61 salvegera Partiya we ya tekoşer û dilsojê welat, Partiya bira, Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Suriyê pîrozbayiya xwe pêşkeşê cenabê te û bi rêka cenabê te pêşkeşê hemu endam û evîndarên Partiya we dikim.
Em piştrast in ku Partiya Pêşverû herwekî dîroka xebata wê jî nişan dide, ji bona azadiya welat û bexteweriya gelê xwe bê westan kar û xebatê bike.
Pîroz be 61 Saliya Patriya Pêşverû!
Bijî hevkariya Hêzên Welatparêzên Kurdistan!
Bijî biratiya Pêşverû û PSK!
13.06.2018
Mesud Tek
Serokê Giştî