Heval Mela Bextiyar û Hakim Qadir Hemecan berpirs û endamê desteya kargêriya mekteba siyasiya YNK’ê digel nûnerên hejmarek partiyên Rojavayê Kurdistanê civiya û di wê civînê de gotûbêjeka tev alî derbarê rewşa niha û pêşeroja Sûriya bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî hate kirin û tekezî liser pêwîstiya yek helwestî û yekrêziya tev partî û hêzên Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Roja 11/7/2013 an li baregeha mekteba siyasî li Silêmanî heval Mela Bextiyar û Hakim Qadir Hemecan berpirs û endamê desteya kargêriya mekteba siyasiya YNK’ê bi amadebûna heval Mehmûd Hacî Salih berpirsê peywendiyên Kurdistanê digel nûnerên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD,Partiya Yekîtiya Demokrata Kurd li Sûrya,Partiya Demokrata Kurd ya Sûrya,Partiya Çepa Kurd li Sûrya,Partiya Çepa Demokratîka Kurd li Sûrya,Partiya Yekîtiya Kurd li Sûrya û Partiya Pêşverûya Demokrata Kurd li Sûrya civiya.
Di despêkê de balkişandin liser wê yekê ku armanca civînê gotûbêj kirin û nêrîn li hev guhertine liser bûyer û eger û pêşhatên wê qonaxa niha ya Rojavayê Kurdistanê ye û di nav wê de jî daxwaza Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê ye bo bidestanîna mafên netweyî û demokratîk yê gelê me li Rojavayê Kurdistanê ye û tekezî liser bê tu destwerdanêkê derveyî neyê kirin.
Ji aliyê xwe heval Mela Bextiyar nêrînên xwe liser bûyer û guhertin û ew derfeta dîrokiya ku niha ji bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê çê bûye anî ziman û balkişande ser dîroka sed sala bihurî ya wan bûyeran û bi wê nêrînê ve ronahî xiste ser xebatên kurdan li çar parçên Kurdistanê ji bo azadî û mafên demokrasiyê û sedemên serneketin û ji nav çûna ew şoreşe û serhildanane û ragihand:Ew derfeta niha bi sedema guhertinên li navçeyê bo Bakur û Rojavayê Kurdistanê çê bûye derfeteka giring û dîrokiye û balkişande ser erk û xebatên wê qonaxê û berpirsyariya dîrokiya ku ketiye ser stûyê hêz û partiyên Kurdî li Bakur û Rojavayê Kurdistanê.
Heval Mela Bextiyar di beşeka din ya wê civînê de balkişander ser giringiya yekrêzî û yek helwestiya partî û hêzên Rojava bo bidestanîna daxwaz û armancên neteweyî û ragihand ku :Hun derketinin bo riyek ku we berbi serkeftin dibe û rêjîma Beşar Esed diherife û deriyeka mezin yê dîrokî ji bo rûyê tevgera siyasiya nîştimanî û demokrasiya Sûrya û bi taybetî jî bo tevgera rizgarixwaziya Rojavayê Kurdistanê vedibe û balkişande ser wê berpirsyariya hevpare ku di wê qonaxê de ketiye liser stûye tev partiyên Rojavayê Kurdistanê.
Balkişande ser hemû daxawaziyên demokratîkên gelê me li Rojavayê Kurdistanê û giringiya pêwîstiya derbarê wan kongire û civînane kir,ku bo opozisyona Sûrya hatine saz kirin û pêwîstê zanî tevgera rizgarîxwaziya Kurd li Sûrya yek helwestî digel hevpeymanîtiya Sûrî liser daxwaziyên demokratîk rêkeftin bikin.
Di derbarê Îtîlafa Sûrya divê pirojeyeka zelal bo çawanî çespandina demokratî li Sûrya û Rojavayê Kurdistanê eşkere bike û ragihand jî :Nebûna çereseriyeka demokratîk ziyan digehîne tevgera demokrakrasiya Sûrya û rizgarîxwaziya neteweya me û dibe qezac bo hêzên dijî demokratîsiyê li Sûrya.
Ji aliyê xwe ve jî nûnerên partî û hêzên Rojavayê Kurdistanê piştî eşkere kirina nêrînên xwe helwestên xwe li ser rewşa niha ya Rojava û pêwîstiya giringiya yek helwestî û nehiştina nakokî û pisgirêkên di navbera wan de hene û ragihandin :Bi awayekî ku bi wê riyê pêge û rola Kurd wek xebata rizgarîxwaziya neteweyek ji bo azadî û bidestanîna mafên demokratîk eşkere kirin.
Tekezî liser çareseriya lezgîn ji bo wan pirsgirêkên ku eger hebin kirin û bi şêwir û yek helwestî rijdbûna xwe liser xwestekên netewî bikin û hilbijartineka pêşwext di vê qonaxê de bi pêwîst dizanin,ku hemû partî û hêz rola wan tê de hebin û kar ji bo birêvebirina rêveberiya deverên Kurdî bikin.
Di heman civînê de partî û hêzên Kurd yên Rojavayê Kurdistanê tekezî li ser giringiya hebûna yek hêzeka nîştimanî kirin,ku hêza hemû alî û partiyan be û bikari be raste rast parastina Rojavayê Kurdistanê bike,û derbarê wê yekê de dan zanîn ku pêwîste tevgera rizgarîxwaza Kurd li Rojavayê Kurdistanê xwedê yek silogan û xwastekên gel be.
Her wiha divê pirojeyeka wan ya siyasiya sitratejîk bo armancên Kurdistan û seranserê Sûrya jî hebe ku bi hevpariya hemû hêzên siyasî bi bê piştguhxistina tu aliyan derbasî warê piratîkê bibe.
Her wiha tekezî li ser pêkanîna rêketina Hewlêrê hat kirin ku nahêle pirsgirêk kur bibin û yek rêziya siyasî û xizmeta hevpar ya xelkê ye jî.
PUKmedia / PUKpb