Heval Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêrî ya polîtburoya Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê YNK, pîrozbahiya serkeftina kongireyê arasteyî Hemîd Derwîş sekretêrê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûrya kir û radigihîne, em çavlirêbûn kongireka wisa lidar bixin û serkeftî be.
Duh Çarşemê 16-12-2015 heval Mela Bextiyar berpirsê desteya kargêrî ya polîtburoya YNKê bi hevaltiya hevalan Ebdulrezaq Feylî berpirsê peywendiyên derve p Yûsif Zozanî têkoşerê dêrîn û Îkram Elî berpirsê peywendiyên Kurdistanî, li bajarê Silêmaniyê, serdana Hemîd Derwîş sekretêrê PDPKS kir û di hevdîtinekê de jî, ki Ehmed Berekat, Ehmed Silêman , Selah Derwîş û Elî Şemdîn, endamên polîtburoya wê partiyê amadebûn, bi helkefta serkeftina kongireya Pêşverû, pîrozbahiyên YNKê arasteyî wê partiyê kir û hêvîxwest, lidarxistin û serkeftina kongireyê bibe sedem bo geşekirina zêdetir di xebata Pêşverû de bo bidest xistina mafên siyasî û netewî yên rewa yên gelê me li Rojavayê Kurdistanê.
Hevalê berpirsê desteya kargêrî ragihan, binavê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê, bigermî pîrozbahiyê li we dikim, xweşhalbûm ku we kongireya xwe lidarxist, xweşhaltir bûm jî ku we kongireya xwe li Qamişlo lidarxistibû, ku kongireyeka serkeftî bû got jî: serkeftina kongireyê, serkeftin bû bo partiya we ya tekoşer, serkeftin bû bo Kurdistanê jî.
Hêvî jî xwest, serkeftina kongireyê bibe sedem bo ektîvkirina karê Pêşverû heta ku karibe zêdetir xizmeta Rojavayê Kurdistanê bike û hewl bê dayîn bo çareserkirina kêşe û pirsgirêkên navbera partiyan, kêşeyên siyasî li Başûr û Rojava û Bakurê Kurdistanê, kêşeyên abûrî, Îdarî û xizmetkirina zêdetir bo xelêkê Kurdistanê.
Ragihand jî, wekî YNKê pêwîst nake behsa peywendiyên dîrokî di navbera herdu partiyan de bikin, lê me çavlirê dikir, kongireka wisa lidarbixin û serkeftî be.
Di dirêjiya hevdîtinê de, rewşa navçeyê, rewşa Başûr û Rojavayê Kurdistanê hatin nirxandin û bîr û nerînên pêwîst derbarê hevkêşeyên siyasî û eger û pêşhateyên navçeyê bihevre hatin guhertin, têde tekezî liser parastina yekrêziyê hat kirin.
Ji aliyê xweve, Hemîd Derwîş sipasiya helwestên YNKê kir di hemû waran de û tekezî liser geşekirina peywendiyên di navbera herdu partiyan de kir.
PUKpb