Berêz:Komîta Amadekar ya Kongireya (10)`mîn,
Ya (Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan)
Silav û rêz:
Birayên hêja: Daxwaz nama we bi dilxweşî gihişte destê me, ku têde we nîşankiriye wê kongireya we, ya (10)`mîn, di bin van diruşman de (Mafê çarenûs, yekrêziya kurdistanî, çaksazî û dadperweriya civakî), wê were bestina û li darxistin, di demeke hestiyar û rewşeke nazik de .
Di vê derbarê de em bi navê Mekteba Siyasî ya (Partî Demoqratî Pêşverû Kurdî li Sûriya), bi germî we û hemî endamên Kongireye we pîroz dikin û serkeftinê ji partiya we ya bira û xebatker re di xwzin, û hêvî dikin ku bi encam û biriyarên baştir derkeve.
Careke din em we pîroz dikin, û serkeftinê ji were dixwazin, û hêvî dikin pêwendiyên herdû partiyên me yên di qolî xurtir û bi hêztir bibin di xizmeta yekrêziya kurdistanî de, ji ber ku weke pêşiyan gotiye: (Eger nebin yek, em tev diçin yek bi yek).
Li gel silavên gerim..
Qamişlo 21/11/2019
Mekteba Siyasî
ya (Partî Demoqratî Pêşverû Kurdî li Sûriya)