Birûska sekreterê patiya me mamoste Ebdilhemîd Derwîş , bi babeta koçkirina xebatkar Ebdilrezaq Feylî, Ev deqa wê
ye :
( Birûskek sersaxiyê )
Birayê hêja : Kosret Resûl Elî ( cîgirê emîndarê gîştî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan ).
Hevalên hêja di Nivîsgeha Rêzanî û Encûmena serkirdayetî de ..
Silav û Rêz :
Bi keser û xemgînî me nûçeya koçkirina xebatkarê Kurdistanî kak Ebdilrezaq Mîrze Feylî ( Berpirsê nivîsgeha peywendiyên derve ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan ) , û yek ji wan damezrenêrên pêşîn bû li rex xebatkarê mezin Mam Celal Talebanî di damezrandina Yekîtî Niştimanî Kurdistan sala 1975an de.
Kak Ebdilrezaq Feylî mirovekî bilind û xebatkarekî pêşdar bû , xwedî rolekî çalak bû di damezrandin û avakirina Yekîtî Niştimanî Kurdistan de , û bi mirina wî tevgera niştimanî ya kurdî xebatkarekî çalak û serkirdeyekî dilêr zirar kir.
Kak Ebdilrezaq xebatkarekî dilsoz û cefakêş bû , Di jiyana xwe de buhatirîn tişt pêşkêşî tevgera Niştimanî ya Kurdistanî kir , Bi mirina wî partiya me dostekî hêna û dilsoz zirar kir.
Ji tere ey hevalê koçkirî rêzgirtin û hezkirina hevalên te di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de, û aramî ji malbat û hevalên tere di Yekîtî Niştimanî Kurdistan de.
Qamişlo 14 / 6 / 2018
Ebdilhemîd Derwîş
Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê
Werger ji Erebî :Hişmend Şêxo