Mamoste Ebdilhemîd Derwîş serê Yekîtî Niştimanî Kurdistan sax dike

Share Button

Birûskeke sersaxiyê

Hevalên hêja di Encûmena Navendî û serkirdayetiya Yekîtî Niştimanî Kurdistan de Xuha hêja Aşna xan Bi dilekî xemgîn min nûçeya koçkirina hevalê xebatkar Adil Mûrad ( sekreterê Encûmena Navendî ya Yekîtî Niştimanî Kurdistan ) bihîst. Kak Adil yek ji wan xebatkarên pêşîn bû li rex xebatkarê mezin Mam Celal û hejmarek ji xebatkarên din di sale 1975an de Yekîtî Niştimanî Kurdistan damezrandin. Min kak Adil wek xebatkarekî dilêr naskir û wî bi hemî hêz û şiyana xwe bi heval Mam Celal re xebat û armancên Yekîtî Niştimanî Kurdistan cîbicî dikir û mirina wî zirar û ziyaneke mezin bû ji tevgera Niştimanî ya kurdî re ji ber ku wî xebat û kedeke mezin dabû tevgera Niştimaniya Kurdistanê , Herwiha ew xwedî rolekî çalak û girîng bû di alîkariya Kurdên Sûriyê de yên ku hatibûn Kurdistana Iraqê û êş û jana koçberiyê li ser wan sivik dikir. Ji tere ey hevalê koçbarkirî rêzgirtin û hezkirina hevalên te di Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê de , û aramî ji malbat û ji hevalên te re di Yekîtî Niştimanî Kurdistan de. Qamişlo 18 / 5 / 2018 Ebdilhemîd Derwîş Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Werger ji Erebî: Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...