Mamoste Ebdilhemîd Derwîş pîrozbahiya Diktor Berhem Salih dike

Share Button

Birayê hêja Berhem Salih serokê komara Iraq

Silaveke rastgo

Gava yekem te avêt ew bû ku tu vegerî nav partiya xwe Yekîtî Niştimanî Kurdistan, û îro jî te berê encama vê gavê çinî. dema ku partiya te tu ji serokatiya komara Iraqê re hilbijart , Lewre perlemana iraqî tu veqetand serok ji komara Iraqê re.

Ez bi wê hêviyê me ku tu rêbazekê bi karbînî ji bo xurtkirina peywendiyan bi aliyên niştimanî iraqî re û ji bo cîbicîkirina yekîtiya Iraqê û parastina destkeftiyên gelê kurd li Iraqê û di destpêka wê de federaliyê û divê ew ji tere û ji hemî gelê kurdistana iraqê re bibe armanceke sereke , ji bo iraqek Demoqrat û Azad mafên kurd û hemî pêkhateyên iraqî têde parastî bin.

Ez serkeftinê ji tere dixwazim di xizmeta gelê iraqî de Ereb û Kurd, Aşor û Turkmen û hemî pêkhateyan ji civaka iraqî.

Ji tere rêz û silavên min û hûn her hebin.

Qamişlo 2 / 10 / 2018

Ebdilhemîd Derwîş
Sekreterê Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê

Werger ji Erebî : Hişmend Şêxo

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 639 من الديمقراطي

صدور العدد الجديد (639) من جريدة الديمقراطي باللغتين العربية و الكردية. الافتتاحية : من المعلوم ...