Di 5 vê mehê de komîta xelata Cegerxwîn ya girêdayî bi rêxistina Almaniya ya Partiya Demokrat Pêşverû Kurd li Sûriya xelata Cegerxwîn ya 2016 pêşkêşî Mamoste yê mezin serokê Iraqa Fedral û amîndarê giştî yê Partiya Yekîtî Nîştimanî Kurdistan Mam Celal Talbanî kir. Her weha mamoste Hemîd Derwîş amîndarê giştî yê Partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûriya û damezerê yekemîn partiya siyasî kurd li Sûriya hat xelatkirin.
Ahing li bajarê Bielefeld hat kirin bi amadebûna hinek partiyên kurdî û Kurdistanî û hinek rewşenbîr û nivîskar
Di Ahinga xelat Cegerxwîn de çend gotin hatin pêşkêş kirin , Selman Hiso endamê pîlotbîruya Pêşverû Kurd li Sûriya di gotina xwede bal Kişand li ser rola Helbestvan û xebatkar ê gewre Cegerxwîn di warê bilind kirin hest û bîrên netewî li rex tevaya miletê Kurd, ne tenê li kurdistana Sûriya lê belê li parçeyên din yên kurdistanê jî. Her weha mamoste Hiso gelek bîrhatiyên xwe bi nemir Cegerxwîn re anî ziman û got ewjî şanaziyek mezine ji bo wî dema ku wan bi hevre kardikir di partiya Pêşvû de.
Ji aliyê xwe ve mamoste Hesen Seyfedîn endamê komîta şêwrekariyê yê komîta navendî ya Pêşverû kurte fîlmek li ser Jiyan û berhemên nemir Cegerxwîn pêşkêş kir û her wesa gotinek li ser jiyana Cegerxwîn ya siyasî pêşkêş kir .
Ji aliyê din ve mamoste Heyder Omer bal Kişand li ser rola rewşebîran di jiyana Gelan de û pêwistiya piştevaniya wan daku bi karin bihtir bikarin xizmeta gelê xwe bikin.
Her weha hunermend ê ciwan Ciwan Keleş gurzek ji stranên kurdî pêşkêş kir û keça ciwan Dîlan Melek çend rêz ji helbestên Cegerxwîn pêşkêş kir .
Di dawiyê de xelat ji aliyê komîta taybet radestî mamoste Baba Şeyx nûnerê Yekîtî Noştîmanî Kurdistan bû , di wergirtina xelatê de mamoste Baba Şeyx silavên Mam Celal gihande civatê û amdeyan û ji aliyê din ve xelata Mamoste Hemîd radestî heval Mecîd Mehemed endamê komîta rêveberiya rêxistina pêşverû li almaniya Bû.
Her weha heval Mustefa Tewfîq ahing bi dawî kir.
Desteya ragihandinê ya rêxistina Partiya Dîmoqrat Pêşverû Kurd li Sûriya
Desteya ragihandinê ya rêxistina Almaniya ya Partiya Demokrat Pêşverû Kurd li Sûriya
06.11.2016