Li Silêmaniyê Parqa Ahmed Kaya

Share Button

45406Şaredariya Silêmaniyê ji bo ku navê Ahmed Kaya her bijî navê wî da li parqa ku nû hat avakirin.

Parq li taxa Tû Melik a li rex gundê Alman e. Qîza Ahmed KayaMelis û xanima wî Gultan Kaya beşdarî merasima vekirina Parqa Ahmed  Kaya bûn.  Gultan Kaya li vir axivî û got: “Ahmed  Kaya got ‘Ez ê bêm welatê xwe’, îro hat Silêmaniyê. Hêro Îbrahîm Ehmedê bû wesîleya hatina wî, ez li vir li ser navê Ahmed Kayaû hemû hezkiriyên wî, sipasiyên xwe pêşkêşî Xanima Hêro û hemû erkdaran dikim.”

Kayayê got ku navê Ahmed Kayadane parqeke Silêmaniyê û ew bi vê gelekî kêfxweş bûne û wiha dewam kir:

“Em hemû pê dizanin ku ji ber Ahmed  Kayaxwedî li nasnava xwe ya çandî derket, çi hat serî. Di bîra me ya hevpar de ev heye.Kaya ji xweza û ax pir hez dikir. Ew zarokê ji bajarêkî biçûk bû. Ji bo min jiyandina navê wî pir girîng e. Dê zarok li parqê bilîzin û dîroka hunermendê parqê fêr bibin. Vekirina parqê ji bo min pir bi rûmet e, ez pê pir hestiyar bûm.”

Xanima Serokomarê Iraqê Celal Telebanî Hêro Îbrahîm Ehmed, endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK), hin hunermend û gelek welatî beşdarî merasima vekirina Parqa Ahmed Kayabûn.

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 88 من جريدة التقدمي

  صدر العدد (88) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في ...