Li bajarê Silêmaniyê îro 14/6/2013`an li hola tewar bi helkefta salvegera (56) a damezrandina Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li sûriyê hate pîroz kirin.
Bi amadebûna şandeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku ji her yek li berpirsê desteya polîburoya YNKê Mele Bextiyar û endama serkirdayetiyê Nermîn Osman û hejmarek serkirde û endamên YNK û nûnerên partiyên siyasî li Silêmaniyê û hejmarek mezin ji welatiyan û endam û kadirên Partiya Demokrata Pêşvero ya Kurd li sûriyê aheng birêve çû.
Endamê encûmena siyasî ya Partiya Demokrata Pêşvero ya kurd li Sûriyê Ehmed Silêman ji PUKmedia`yê re ragihand: Em îro bi kêfxweşî salvegera (56)1emîn damezrandina partiya xwe bibîrtînin û em veqiyê xebata xwe li sûriyê diçinin eve jî bi hebûna me bi aktîvî li qada siyasî ya Sûriyê de û her weha peywendiyên me yên xort bi hêzên opozisyona Sûrî bi giştî tevgera kurdî bi taybetî jî heye.
Silêman got: Hêviya me ewe ku bi têkoşîn û xebata Partiya me li gel hêzên opozisyonê û tevgera kurdî şoreşa me ya jibo azadiyê û rumetê û jib o avakirina sûriyekî democrat bo hemû sûriyan bighê serkeftinê û pêre jî mafê gelê Kurd li sûriyê jî bê misoger kirin û bi azadî û demokrasî bijî.
Her weha aheng bi xulekekê rawestîn li ser cane pakrewanên partiyê ji destpêka damezrandina wê de destpê kir û piştre jî gotarên bi vê bone hatin xwendin û li dawiyê jî parçeyên mûzîk û dîlana kurdî û hunera kurdî hatin pêşkêş kirin.
Pukmedia