Li Rojhilatê Kurdistanê Festîvala Leyistikên Folklorî

Share Button

b_haber_d85518e21aa44bb49ea8d2e10c8d45c2Zanîngeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê cara yekem festîvalekê ji bo leyistikên folklorî birêve bir. Festîvala leyistikên qedîm û navçeyî bi beşdariya dehan xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê û gelên nav Îranê li bajarê Sine birêve çû.

Leyistik û spora qedîm a Kurdî wek ‘Gurzan’, ‘Helûkên-Şilî Mili’, Zorabazî-Hefra’, ‘Qemçan’ û ‘Gorewîbazî-Gustîle’ beşek ji leyistikên festîvalê bûn. Herwiha bi dehan leyistikên din jî hatin leyistin.

Di vê derbarê de Cîgirê Beşê Karûbarên Xwendekarên Sine Mistefa Qadirmezî ji BasNewsê re got: ‘’Yekemîn Festîvala Leyistik û Spora Qedîm û Navçeyî bi serpereştiya Zanîngeha Sine birêve çû.’‘

Derheqa armanca festîvalê de jî Qadirmezî wiha axifî: ‘’Armanc zindîkirina kultura qedîm a leyisikên folklorî, nasnameya navçeyî, girîngîdan bi spora ciwanan û şahiyên folklorîk e. Em dixwazin bi festîvalên wiha peywendî di navbera Kurdistan û navçeyên din ên Îranê de çêbibe û haya gelên din ên nav Îranê ji kultura Kurdî hebe û binasin.’‘

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 641 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 641 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...