Li Komeleya Subartu 28/11/2015 roja Şemiyê saet di 16.00an de bi piştgitiya Komeleya Nûbiharê ya çand û perwerdehiya kurdî Semînera Mamoste Evdile Şahîn a bi navê “Ronahiyek li ser jiyana Mele Seîdê Kurdî (Nûrsî) hat pêşkêş kirin.
Semîner di der barê jiyana Bedîuzzeman Seîdê Kurdî (1960-1977) ku kesayetekî ku ji bo islahkirina dîn û civakê tevgeriyaye. Vî alimî bi zanîn û marîfeta xwe bala gelek kesan kişandiye. Vî zanayê kurd berî her tiştî kurd di warê zanînê de bipêş bikevin û serwext bibin. Lewra temamê pirsgirêkên xwe bi riya zanînê dikarin çareser bikin. Ew di wê baweriyê de bû ku ji bo aşîtiyê ji bilî dûrbûna ji tûndîtiyê tu rê tunene.
Ev semîner di heman demê de kesayet vî mîrovê kurd ê qedîrbilind jî dide zanîn. Dîsa ev semîner mijara kurd û kurdîtiyê ronî dike û perdeya li serê dide alî. Heza sazî û sîstemên ku hikmê kudîstanê asteng dikin û rastiyên wê yên dîrokî pûç dikin di çerçoveya jiyana mele Seîdê kurdî de ji me re ronî dike.
Ev semîner dixwaze vê hişmendiyê bide me ku em dîroka xwe baş fam bikin û bi şaristaniya xwe serbilind bin û ji bo vê nezaniya xwe ji holê rakin û gencîneyên xwe derxin holê tişta ji destê me were em bikin.