Li Efrînê kalemêrekî kurd di bin eşkenceya çekdaran de hate kuştin

Share Button


Di 3 / 3 / 2021an de grûpên Çekdar li Efrînê Kalemêrekî kurd di bin êşkenceyê de kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir ku welatiyê bi navê (Şêxmûs Qasim) yê 73 salî di roja 3 / 3 / 2021an de ji aliyê grûpa çekdar Feyleq El-Şam ve hatibû revandin, ji ber ku di girtîgehê de rastî eşkenceyên hovane hatibû, Lewre çekdaran ji malbata wî xwestin ku wî veguhêzin nexweşxaneyê, Lê kalemêrê kurd bi rê de canê xwe ji dest da.

Şêxmûs Qasim roja 3ê vê mehê ligel Mihemed Xelîl Hac Şêxo û Seîd Qenber ji aliyê çekdarên Feyleq El-Şam ve hatibûn revandin.

Hêjayî gotinêye ku ji roja dagîrkirina bajarê Efrînê de heya niha gelê me rojane tê girtin , kuştin , talankirin , Herwiha ji 18 / 3 / 2018an de heya niha zêdetirî ji (40) welatiyên Kurd di bin eşkenceyên çekdaran de hatine kuştin.
7 / 3 / 2021
Berhevkirin : Pêşverû Efrîn

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد 646 من جريدة الديمقراطي

صدر العدد الجديد 646 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا ...