Li Efrînê Keçeke Şeş Salî li Ser Sînorê Turkiyê tê Kuştin

Share Button

d54bf0ec-64ef-4b64-b270-cf30790aa74c_w987_r1_sLi gundê Sorkê yê girêdayî navçeya Raco li Efrînê, li ser sînorê navbera Efrîn û Turkiyê, keçeka şeş salî bi navê Rohîv, bi guleyên artêşa Turk, hate kuştin, dê û bavê wê birîndar bûn, û sê welatiyên din hatin girtin.

Li gor çavkaniyên ser sînor,ev yek rûda dema şeş welatiyên sivîl ji herêma Efrînê hawildidan derbasî aliyê Turkiyê bin, û bûn armanca guleyên artêşa Turkiyê.

Hat ragihandin her sê welatiyên hatî girtin radestî deriyê Bab el-Hewa bûn li parêzgeha Idlibê.

Ev bû demeke bûyerên kuştin û lêdanê li ser sînorê Turkiyê bi awakî rojane dibin, tevî ku saziyên sivîl li Efrînê giliyên kuştina welatiyan li ser sînor gihandine saziyên navdewletî

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...