Lewend Kardoxi:cejna zimanê kurdî

Share Button

bi vejandina helkefta(roja zimanê kurdi ya ku wek cejnekê tê li darxistin ) Em vê cejnê li we û li gelê me bi tevahi pîroz dikin.
Hetiya zanin û naskirin ku hemû peymanên navnetewî û navdewletî maf didin her miletekî ku bi zimanê dayika xwe bixwîne û binivîse , lê dagirkerên kurdistanê derfet nedan gelê kurd ku bi zimanê xwe bi axivin û bi karbînin û mafê wî yê rewa qedexa kirin .

lê vîna miletê kurd xurt bû û li ber xwe da û li zimanê xwe xwedî derket, û gelek zanist û pêşengên kurd derketin û xamên xwe yên zêrîn bi karanin , wek Mîr Celadet Bedirxan û Dr.Nûredîn Zaza û Cegerxwîn û Kamîran Bedırxan û Sînem bedirxan û Osman sebri û Reşîdê kurd û mela ahmedê palo û seydayê Tîrêj û Samîtan û Salih Heydo û ji bilî wan.

Evan kesana ji ziman re xebateke mezin kirin,zimanê kurdî xistin warê bikaranînê,bi sedan nivîsar û kovar û dîwan bi kurdî weşandin û çapkirin di nav rewşeke pir xêzan û hejar û di bin gefên rêjîman de xebata xwe berdewam kirin li nav milet de û man li dû wê dozê û jê venegeriyan te roja îro ev xebat tê meşandin bi destên hezaran ji xort û keçên me yên ku di ziman de di xebitin.
Îro li rex me kurda rojeke pîroze , ji ber wek Îro 15.5.1932 de . nemir Mîr Celadet Bedirxan bi alîkariya zanyarê ferensî Rocê Lisko yekem car li bajar şamê, alfabeyeke kurdî bi tîpên latînî afiran, ku ji 31 tîpan pêk tê û di kovara Hawarê de weşand , Tê wê weteyê ku zimanê kurdî li Sûriyê bi fermî destpêkir ji wê rojê ve û ji giringiya vê rojê miletê kurd ev roj kirina cejna zimanê kurdî , her sal di 15 gulanê de miletê kurd vê rojê bibîr tînin û weke cejnekê vedjînin.
ev kovara giring ya ku roleke dîrokî leyist ku jimareke mezin ji kurdên Sûriyê bi xwendina(Hawarê) hînî zimanê xwe bûn,jimarek nivîkar bixêra Hawarê û kovarên dî yên ku derketin , dest bikaranîna zimanê kurdî kirin., û ew bû sedem ku hişt qonaxa didwa ya ku mirov karê navê wê bike (qonaxa Cegexwîn, gava ku kovara (Gulistan) di sala(1968)an de damezrand,derîkî fireh li ber pêşveçûna zimanê me vekir û roleke wê ya giring hebû . û gelekî çanda kurdî ya resen pêşxist

Dema kirîza Sûriyê destpêkir,şoreşek di zimanê kurdî de pêket li Kurdistana sûrî , gelek alavên ragehandinê bi zimanê kurdî derketin
Gelek komît, sazî, û desteyên zimanê kurdî hatine damezrandin.
rola partiya me gelek tê de hebû , Desteya me ya ku 2013 de hatibû demezirandin yek ji wan desteyên ku li pêş bû , gelek kar û xebat kir,di warê fêrkirina zimanê kurdî de
di encama van karan de , me karî bû rêbazeki çêkin ji bo fêrkirina zimanê kurdî ( Asta Yekemîn ) û binavê (ZIMANÊ MIN)
û di xulên zimanê kurdî de , yên dibin siya ( D.Z.K) da ya (P.D.P.K.S ) , derçûna bihtirî 1300 şagirtan pêkhat ji Girkê Lekê – Rimêlan – çilaxa û gundên derdorên wan , em wek (D.Z.K) derbas bûn li nav dibêstanên fermî yên Girkê Lekê û Rimêlan û gundên derdorên wan ,hevbeşî bi
( S.Z.K ) re 2012-2013

Bi vê helkeftina pîroz em ji nivîskar û xwedevanan dixwazin ku li banga mîr Celadet Bedirxan û Cegerxwîn xwedî derkevin,ramanên wan hilgirin, bibin xebatkar û rewşenbîr bi rastî , xama xwe di xizmeta ziman û doza gelê xwe de bixebitînin
Careke dî em serkeftin ji bo çi kesekî dixebite ji bo fêrkirin û parastina zimanê kurdî de, û em bi hêvîna ku em karibin zimanê xwe
pêşde bibin,ji bo zimanê me bibe zimanekî cîhanî
………
Lewend Mihemed -15/5/2019-Girkêlegê

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 85 من جريدة التقدمي

صدر العدد (85) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في منظمة ...