Kurd û kirîza Sûrî – EHMED QASIM

Share Button

احمد قاسمNe ji bercewendî netewa kurd de çarserkirina kirîza Sûrî bê Kurdan çareser bibê piştî vê tevlihevîya bi girêk. Yan dibê mafê kurd li ser maseya diyalogê biçespê, yan na dibê kurd nehêlê pirsgirêk çareser bibê. Ji ber ku Sûrî vegerê wek Sûriya berê di bin desthilatdariya Erebin şovenîst, yanjî Îslamin tûndrew kevê, wê demê wê koka Kurdan bixwazin ji kok de rakin.
Tevgera kurdî dibê, û pêwîste vê yekê bide ber çavan û di balê xwekê.
Duh min bihîst yek ji serkirdeyên ENKS dibêje: Biryara me şoreşa haştiyaneye, û em bi kuwalisyonê re bi belgenameyekê bi rêkeftine. lê eger kirîza Sûrî çareser bibê û mafê kurd cîbicî nebê, eme vegerin wekî berî 2011 xebatê berdewamkin…
Bi min ev nîşaneke gelekî çewt û xerabe eger hinek wa mijûl dibin. Îro derfeteke vekirî, eger mafê kurd nebê xaleke sereke di şêweya çareserkirina kirîza Sûrî de, li siberojê bê guman nayê çareserkirin.
Ev li yacîkî, û li yacîyê din; em bi rêveberîya xweser ya di bin desthilatdariya PYD de xwe nexapînin, di demekê de ku tu kesî, ne ji rêjîmê û nejî ji rikberîyê ev rêveberî bi şêwakî rewa lê nenihêrî. A niha, bila rêjîm ysayakî destûrane derînê û vê rêveberîya xweser bi şêwakî rewa û yasa biçespînê, wê tevayî kurdan li yacî rêjîmê bisekinin. lê ezmûna dîrokî aşkere kirîye ku rêjîmên dîktator û şovenîst ti caran mafên mirovan û mafên komel û netewan li ser erênî nekirine ku rêjîma Esed jî rojekê ji rojan mafên kurd rewa bibînê û bi şêwakî yasa biçespînê.
Loma, ji bo misogerkirina mafên me yên netewî, ji bo me yek biryar û yek jêderên biryaran pêwîste li beramberî van talûkeyên rasteqîne.. Ne şerê DAIŞ û nejî şerê terorê û bi dayîna hezaran qurbaniyan, mafên me bidest naxînê, tenê yekrêzî, û yeklêvegerîyekî biryara siyasî ancax ew me dighînê çareserîya doza gelê me. Lomajî, ewên ji yekrêzî direvin û dibine asteng li pêş yekrêzîyê, ew xizmetî daza kurdî nakin – eger di rastiya xwe de xizmetî dijmin nekin -.
Niha PYD bang didê û dibêjê werin min rêveberîya xweser damezrandî ji bo -Rojava- yanî ji bo kurdistana sûrî, de werin xizmetkin û bibn fermanber di rêveberîyê de. Lê nabê hûn nêzî biryarê siyasî û serkirdeyê leşkerî û jêderên darayî bibin, Ev tê çi wateyê? yanî, biryar biryara PYD ye, û Birêvabirina şer û serleşkerî ya YPG û YPJ jî di bin desthilatdariya PYD dabê, bê destêwerdanekî kesin din, her wusa, jêderên darayî. Yanî ew partiyên din dikanin werin bi muçexwarî li bi destî PYD kar bikin. Heger wabê, yanî wateya yekrêzîyê namînê. û pêşeroja kurdan û kurdistana sûrî dikevê ber biryarin tarî kes nizanê ew biryara dawî wê çibe.
Ev li hêlekê, û li hêla din, PYD xwedî pirojeyekî ferewaneye, ji tevayî sûrî û rojhilata navîn re dixebite li gor stratêcîk û idyolocîya xwe. Yanî pirojeya Gelên Demuqrat û fedralîzma rojhilata navîn, yanî demuqrasiya entînasyonal. Ev piroje ji alî tevgera kurdî de bi guman lê dinêrin, û dibînin wek sosyalîsta navnetewî, ewa ku yeketîya sofyet tê de têkçû. Lewra ev piroje xizmetî doza kurd nakê. Li yacîyekî din, ma kê got wê gelên din yên vê navçê û yên Sûrî li ser vê pirojê erênî bikin?
Ev qonax, qonaxekî taybete di dîroka xelkên vê herêmê de, pêwîst û giringe kurd li ser rawestin û bi hûrekî bixwînin. eger bi ser nekevin, wê dem li me biborê û derfetin wusa nema tên, û dîrok xwe dûbare nakê.
—————-
EHMED QASIM . 2/12/2016

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 88 من جريدة التقدمي

  صدر العدد (88) من جريدة التقدمي الشهرية الصادرة عن مكتب الثقافة و الاعلام في ...