Îro li AMEDê 5 partiyên Kurdistana Tirkiyê konfiransek li darxistin ( AZADÎ, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK ).
Babeta vê konfiransê çalakîyeke ji bo piroje û pirs Aşitî di navbera gelê Kurd û gelê Tirkiyê de li seranserî Tirkî û Kurdistana Tirkiya de. Di vê konfiransê de heval Şêxmûs Hemo wek şanda partîya demuqratê pêşverûyê kurd amade bû, û nêrînê partî di konfiransê de pêşkêş kir li gel gîhandina silavên mamuste Hemîd Derwêş, sekretêrê pêşverû ji amadebûyê konfiransê re.
Di gotina pêşverû de, tekez li ser pirojeya Aşitî û giringiya bi serxistina pirojeyê bû.. her weha, da ku pirojeya Aşitî bi serkevê, divabê piroje di navberê herdu gelê kurd û Tirk de bikevê nava diyalogê, û nebê hêsîr di navberê du partiyan de. ji ber piroje bi hebûna herdu gelen de girêdayî, û ne bi hebûna du partiyan.. her weha, pêwîste hemî xwedî erkên siyasî û civakî û çandî û aborî yên herdu gelan hevparbin di pêvejoyê de, da ku ev piroje bi serkevê, ji ber ku ji bilî pêvejoya pirojeya aşitî ti rêka çareserî ji pirsa kurdî re tinene, di demekê de, ku 30 sal şer tenê wêranî û kuştin û koçberî li şûna xwe hîştîye, û her weha herdu milat û gelên Tirkiya bi tevayî zirarmend bûn.
Û disa, tekez li ser nameya mamuste Hemîd û ya pêşverû kir, ku hêvîdarin bo yeketîya rêza kurdên bakur û serketina vê pirojeyê.. û her wehajî dibînê ku berpirsiyarê bi serxistina vê pirojeyê li hêla hikumetê dikevê, ew tenê xwe pêkanibûnên mezine bo bi serxistina aşitî eger maf û hebûnê gelê kurd bide ber çavan û bi destûr û yasa li ser erê bikê.. ango, aşitî bi çareserkirina pirsa kurdî ve girêdayî, ew çareserkirina ji di destê hikumetêdaye.
li dawî, dîsa nûnerê pêşverû hêvîya serketinê ji wan re xwest.
*********
ji alî xwe de, ofîsa her pênc partîyan spasîya mamuste Hemîd kirine bo amedebûna nûnerê partîya pêşverû di konfiransê de, ku partiya yekem û bi tenha ji rojavayî kurdistanê amade biye û ev nêrînin giran û buha pêşkêşî konfiransê kiriye.
————————
Ofîsa raghandinê rêxistina ( Pêşverû ) li Istenbolê- Tirkiya.
Istenbol 4/9/2016