Konê Reş : Gotin û Diyariyek di 71 Saliya Rojnameya Roja Nû de

Share Button

Konê Reş
10172698_620181448067753_4634561935211535492_nBi hatina 3ê vê gulanê/2014an re, 71 sal di ser derçûna rojnameya (Roja Nû) re derbas dibe.
Roja Nû, rojnameyeke hefteyî ya siyasî bû; xwedî û berpirsiyarê wê Mîr Dr. Kamîran Alî Bedrxan bû. Cih û warê çapa wê wek ku li ser hatiye nivîsandin: Libnan – Beyrût bû.
73 hejmar ji Roja Nû hatine çapkirin – di navbera sala 1943 an û sala 1946 an de. Hejmara pêşî (1) ji vê rojnameya bedew di 3 ê gulana 1943an de hatiye weşandin, hejmara dawîn (73) di 27 ê gulana 1946 an de hatiye weşandin. Ji bo zelalkirinê hejmara (72) an di 13 ê gulana 1946an de bi Kurdî hatiye weşandin.
Bi vê helkeftinê ez vê helbesta Omerê Xeyam a ku Mîr Dr. Kamîran Bedrxan ji Farsî wergerandiye zimanê Kurdî diyarî canî wî dikim:

Ji hatin û çûna me, kar çiye
Berê hêviya jîna me, li ku ye
Di çerxa jînê de, çend mirovên pak
Şewitîn û ax bûn, ma dû li ku ye..
Û vê helbesta wî (Koçera Mîran!), diyarî xwendevanên zimanê kurdî dikim:
Ho koçera min!
Min bi maça devê xwe
Maç bike.
Hevîna te
ji şerabê spehîtir e.
Bihna te
bihneke şêrîn e.
Dengê navê te
wek roniya rojê belav bûye,
ji lewre herkes hej te,
hej sura bayê te dike…
Di nav kûlîlkên sor û zer de
kûlîlka spehîtir tu î.
Di nav jinên zirav û şîrîn û bi bejn û bal de
a çelengtir tu î…
Koçera min
rabe û min bi maça xwe
maç bike.
Dilê min
serxweşiya maça te
mestiya bêhna te dixwaze.
Ho koçera min..
Mîr Dr. Kamîran Bedrxan
Wêne: Rûpelek ji rojnameya rojane a ku Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi rojnameya Roja Nû re belav diki

Share Button

عن PDPKS

x

‎قد يُعجبك أيضاً

صدور العدد الجديد 648 من الديمقراطي

صدر العدد الجديد 648 من جريدة الديمقراطي التي يصدرها الحزب الديمقراطي التقدمي الكردي في سوريا، ...