Ezbenî! Di serê sala nû de, naxwazim liqata tîpên ziwa bikim an di pesnê zimanê xwe de, tîpan bi kotekî durêzî hev bikim. Çendî dixwazim serê hespê xwe berdim û li kîjan taxê, navtarê û dergehî disekine bela bisekine.
Naxwazim kes xewnên min bikuje- kîbe ew kes bela ew be- maka hêviyên min perîşan bike û bi kîn û zikreşî dergehê rûpelên min î ku bi dewêta pênûsa min, di pesnê ziman û rewşenbîriya min de pişkivîne, bi lewitîn e. Bela em wek xizmetkarên ziman û rewşenbîriya kurdî bin, wek xizmetkarên mirovahiyê bêne bîra welatiyên xwe. Erê wek xizmetkarên mirovahiyê.
Xwendevanên zimanê Kurdî! Sala nû li me û we pîroz be.
Qamişlo 02/01/202015